Ev goga metal a dêw çi ye?

Nûçeyên Cîhan

În 24 Sibat 2023 - 03:30

Gogeke hesinî ya ku firehiya wê metreyek û nîv e li peravên pasîfîkê yên Japonyayê xist. Ev goga hanê nêzî bajarê Hamamatsu li perava bi navê Enshu hat dîtin. Polês lêkolîn kirin, lê nayê zanîn ev goga metalî ya bi sirr çi ye.

Tirsa ku ew mayîneke deryayê be êdî nîne. Pisporan bi teknolojiya X-Rayê tê derxist ku di nava wê de tiştek nîne.

Wekî din ti nîşan jî nînin ku ew gog ji bo sîxûriyê ji aliyê Koreya bakur yan jî Çînê ve hatibe bikaranîn. Ji ber wê jî weke sir û razeke ecêb maye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.