Ev gel wê bi ser keve

Pêncşem 12 Cotmeh 2023 - 00:01

  • Li ser navê nûneriya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Cîhan Xelîl: Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin ti hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.

Cenazeyên şehîdên şagirtên Akademiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ya ser bi Hêzên Ewlehiya Hundir, bi xwedîderketina gel li bajarên Dêrik, Hesekê û Kobanê hatin veşartin. Peyama hevpar a merasimên cenaze ew bû ku gelê rojava wê bi ser keve. Di dema merasiman de gelek peyamên tolhildanê jî hatin dayîn. 
Li Dêrikê 10 ji 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin.

Xelkê cenazeyên şehîd Ednan Yûsif, Silêman Enter, Xwînrêj Temê, Mûaz Eta, Ehmed El Xidir, Mihemed El Eswed, Ebdulezîz Elî, Yezen El Keço, Mihemed Xalid û Ebdulwahid El Ehmed doh (11 Cotmeh 2023) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasimeke bi heybet spartin axê.

Bi hezaran xelkê herêma Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji bo oxirkirina cangoriyan sibehê li pêşiya nexweşxaneya Wetenî ya Dêrîkê kom bûn. Girseya gel li vir cenazeyên 10 şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên tolhildanê de wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Pakrewangeha Şehîd Xebad Dêrik.

Karwanê şehîdan li pakrewangehê jî, ji aliyê sedan kesan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Li vir ji bo 10 cangoriyan merasim hat lidarxistin. Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ebêd axivî û anî ziman ku bi vê sekna gelê xwe û hêza ewlekariya hundirîn, ew ê bibin şervanên li dijî komploya li dijî gel. Hesen Ebêd got, “Em ê destketiyan biparêzin. Berxwedana vî gelê pîroz ku ji mirinê natirse îradeya xwe û hêza xwe ji şehîdan digire.”

Şewirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl jî got, helwêsta li Dêrikê, encama şerê gel ê şoreşgerî ye û wiha dewam kir: “Ev hêz dagirkeriya Tirkiyeyê dihejîne. Em pişta xwe nadin ti hêzan. Hêza me ya herî mezin a gelê me û şervanên me ye.”

 

Tolhildan erka me ye

Endama Rêveberiya Giştî a Hêzên Ewlekariya Hundirnî a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dilêr Temo jî got, tola rêhevalên xwe ew ê rakin: “Ev êriş ti carî îradeya me naşikînin, berevajî wê, hêza me xurtir dikin, têkoşîn û berxwedanê zêde dikin. Rojeke bi êş e, lê tolhildan erka me ye. Em vê ji bîr nakin û em ê tolê rakin.”
Piştî axaftinan wesîqeyên 10 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên Şehîd Xwînrêj Temê, Ednan Yusif, Silêman Enter û Muaz Eta li ser milên rêhevalên wan birin nava pakrawangeha Şehîd Xebat Dêrîk û spastin axê.

Cenazeyên Şehîd Ehmed Qemar El Xidir, Mihemed Salim El Eswed, Ebdulezîz El Osman Elî, Yezem Xidir Elgico, Mihemed Melê Ehmed Xalid jî, ji bo ku bispêrin axê ber bi Pakrawengeha Şehîd Uqab El Eswed a Til Koçerê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulwehad el Ehmed jî ber bi Pakrawengeha Şehîd Dilşêr a Tirbespiyê ve hat oxirkirin.

 

Kobaniyê 2 şehîdên xwe spartin axê

Du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Firatê bi beşdariya hezaran kesan bi merasîmê hatin veşartin. Di destpêka merasima li Goristana Şehîd Dicle de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelê herêmê koçber bike. Hêzên navneteweyî li hember van êrişan dûrûtiyê dikin. Em dê li ser soza xwe bin a ku me daye şehîdan. Em dev ji xeta berxwedanê bernadin.”

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Kobanê jî got: “Îro, roja berxwedanê, roja fedakariyan û fedaîtiyê ye. Roja ku ders bidin dagirkeran, ji wan re bibêjin, xwediyên vê axê hene û wê diparêzin, gelê wê yek in û projeya wan a demokratîk heye ya ku li pêşiya komployên derve û êrişên dewleta Tirk bûye bendeke asê. Me xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye û em ê tevahiya komployan têk bibin.”

 

Qelenê aştiyê xwîn e

Di merasima oxirkirina şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbr a li Hesekê de peyamên yekîtiyê hatin dayîn.

Xelkê kantona Hesekê doh cenazeyên 5 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir “Salih Yûsif, Lorans Ebdî, Menaf Semîr, Ebdullah El Ilêwî û Ezîz Ebdo û, cenazeyê welatiyê sivîl Îskender Hiso yê 4`ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Hesekê de şehîd bûbû, spartin axê.

Li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê, piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê, Fatima El Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê newêrin rû bi rû şerê hêzên me bikin, lewma bi balafiran êriş dikin.”

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen jî got, 29 şehîdên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mekanîzmeyên têkoşîna li dijî madeyên hişbir perwerde dibûn û wiha peyivî: “Hedefgirtina Akademiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir û binesaziya herêmê sîstematîk e û asta kîna dewleta Tirk a dijî herêmên me nîşan dide. Zarokên xwe fêr bikin ku qelenê aramiyê xwîna pîroz e. Nifş bi nifş em ê li ser vê axê bimînin."

Cenazeyên şehîd Salih Yûsif, Lorans Ebdî, Menaf Semîr û Îskender Hiso li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin. Cenazeyên şehîd Ebdullah El Ilêwî jî ji bo Goristana Şehîdan a Şedadê, cenazeyê şehîd Ezîz Ebdo jî ji bo Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hatin birêkirin û ew li wir hatin defnkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.