Eşkere talana Kurdan radike

În 28 Gulan 2021 - 05:38

Wezareta Hawîrdorê û Bajarvaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, li Wan, Şirnex û Colemergê bi hinceta ku nekêrhatî ne, hin erdên çandiniyê da ber firotinê. Bi vê çarçoveyê li Erdîşê 73, li Şirnex navend û Cizîrê 4, li Colemergê 96 zevî tên firotin.

Dewleta Tirk bi hikûmeta xwe ya AKP'ê li Wan, Şirnex û Colemergê talana cotkarên Kurd rakir. Qaşo wê rê di wan re biçin, lê cirma xwediyên erdan nehatiye dayîn. Rêyên ku gelek ji wan rêyên dagirkeriya eskerî ne, bi talanê tên çêkirin. Axir erd jî bi mezatê firotin, li Wan Erdîşê 73, li Şirnex navend û Cizîrê 4, li Colemerg Geverê 96 erd bi mezatê hatin firotin.

Îdîa ew e wê dahat biçe kaseyên bajaran, lê ya ku bi rastî tê kirin, fînanskirina şerê dagirkeriyê yê li dijî Kurdistanê ye.  Cotkarên ku bi salan e ev erd diçandin jî mexdûrên sereke yên vê talanê ne.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.