Êş jî kîn jî hê weke roja pêşî ne
Yekşem 3 Tîrmeh 2022 - 22:36
- Li Sêwasê 2’yê Tîrmeha 1993’yan bi şewitandinê li hotela Madimakê qetilkirina 33 hunermend û rewşenbîrî li bajarê Swîsreyê Zurichê hat bibîranîn.
ONER POLAT/ZURICH
Li Sêwasê 2’yê Tîrmeha 1993’yan bi şewitandinê li hotela Madimakê qetilkirina 33 hunermend û rewşenbîrî li bajarê Swîsreyê Zurichê hat bibîranîn.
Çalakî li Meydana Stauffacher pêk hat.
Federasyona Yekîtiyên Elwiyan ên Swîsreyê (IABF) çalakî organîze kir. Serokê Navenda Anadolu ya Elewiyan a Zurichê Şavaş Aslan di çalakiyê de komkujiyên Mereş, Çorum, Pirsûs, Gara Enqerê bi bîr xistin û got, “Bi destê AKP-MHP’ê dozên li dijî kujerên Sêwasê mixabin xistin ber kevinbûn û dembihurînê. Ev gunehekî li dijî mirovahiyê bû û ew nakevin ber kevinbûnê. Em têkoşîna xwe dewam dikin. Êşa me jî kîna me jî weke roja pêşî teze ye.”