• Şahidê komkujiya Madimakê Alî Balkiz: Me ji meseleyê fêm kir ku hêzek û îradeyek di nava plankirina qetlîamê de heye. Her tişta qewimî nîşanî me dida ku qetlîameke plankirî hatiye amadekirin. Berpirsiyar û kujer ji bajêr hatin revandin. 

CEYLAN ŞAHÎNLÎ/ MA / MELETΠ

 

Şahidê Komkujiya Madimakê ya li Sêwasê, Alî Balkiz got, “Mejî ji gelek tiştan xwe bi paqij dike. Lê belê bêhna wê pîso û kizîrê nikare paqij bike. Her cara ku ba tê, ew bêhna kizîrê ji nû ve tê bêhvila me.” 

Li Hotêla Madimak a li Sêwasê di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de 35 insan hatin şewitandin û 51 insan jî bi giranî birîndar bûn. Di ser komkujiyê re 29 sal derbas bûn. Roja komkujiyê bi sedan mirov ji bo pîrozbahiya şahiya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal li Hotêla Madimakê civiyan. Komek nijadperest li ber hotêlê civiya û li pêş kamerayan hotêl şewitand. Komkujî rojeke înê bû. Ev koma nijadperest piştî nimêja înê, ber bi hotêlê ve meşiya. Di kêliya ku ev koma nijadperest li ber hotêlê kom bû, nivîskar Azîz Nesîn telefonî Cihgirê Serokwezîrê wê deme Erdal Înonu kir û xwest wan rizgar bike. Înonu bersiva wî da û got: “Qet meraqê nekin. Me tevdîrên pêwîst girtine.” Tevî vê sozdayîna cihgirê serokwezîr jî koma nijadperest agir berda hotêlê û bi sedan mirov têde asê man. Ji van mirovan, 35 kes hatin şewitandin,  di nava wan de gelek nivîskar û hunermend jî hebûn û gelek mirov jî bi giranî birîndar bûn. 

Serokwezîra wê deme Tansu Çîler û Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel bi  daxuyaniyên xwe xwedî li kujeran derketin. 

Alî Balkiz ji şahidên wê komkujiyê ye û weke roja ewil bi hêrs e.

 

Ji bo bibîranîna Pîr Sultan Abdal 

Alî Balkiz di yekê ji 2 otobusan de bû ku ji Enqereyê nivîskar, helbestvan, ciwan, xwendekar ji bo bibîranîna Pîr Sultan Abdal dibirin Sêwasê. Balkiz got, wan roja ewil bi çalakiyên çand û hunerî şahî li dar xistibû. Ew 120 kes çûbûn Sêwasê, û hezar û 800 kesî jî ew pêşwazî kiribûn.

Roja duyem ew hedef hatine nişandan. Tê bîra Alî Balkiz ku belavokên ku wê bibûna sedema êriş û kokujiyê li bajêr hatine belavkirin, lê piştê ku wî ev belavok nîşan dane, polêsên Tirk jê re gotiye, “Tiştekî ne girîng e, ji wan belavokan li ba me jî hene.” 

 

Piştî nimîja înê komkujî 

Alî Balkiz anî ziman ku roja komkujiyê, girseyeke qelebalix a nijadperest piştî nimêja înê bi gotina “ezana me qut kirine, sabote kirine” însan hatine sorkirin û got: “Em bi hêvî bûn ku wê her kes xelas bibe. Lê her tişt hema di kêliyekî de qewimî. 35 hevalên me şewitîn û şehîd bûn. Gelek ji me jî bi birîndarî xilas bûn.” 

Alî Balkiz got, her tişta qewimî, bi awayek plankirî bû: “Me ji meseleyê fêm kir ku hêzek û îradeyek di nava plankirina qetlîamê de heye. Her tişta qewimî nîşanî me dida ku qetlîameke plankirî hatiye amadekirin. Berpirsiyar û kujer ji bajêr hatin revandin. Ev jî bi zanebûn hat kirin.” 

 

Bêhna kizîrê ma li pey komkujiyê 

Balkiz di dawiyê de got, “Em wek şahidên ji komkujiyê filitîn, em qet wan kêliyan û tişta hat serê me ji bîr nakin. Pêvajoyên dadgehê jî dubare êş bi me da kişandin. Mejî ji gelek tiştan xwe paqij dike. Lê belê bêhna wê pîso û kizîrê nikare paqij bike. Ew bêhn ketiye nava ruh û laşên me. Her cara ku ba tê ew bêhna kizîrê ji nû ve tê bêhvila me.”

Doza têkildarî komkujiyê bi salan dewam kir. Kujer hatin parastin. Doza komkujiyê niha li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) e û dibe ku sala 2023´yan bikeve ber kevinbûn û demdiserbihurînê.