• Bi rasthatina 29’an a komkujiya Sêwasê, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi navê “Ji doh heta îro Panela Sîwasê” hat lidarxistin.

ÎLHAMÎ ERDOGAN / FRANKFURT

Bi rasthatina 29’an a komkujiya Sêwasê, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi navê “Ji doh heta îro Panela Sîwasê” hat lidarxistin û kesên di komkujiyê de xizmên wan wefat kirin, peyivîn. Nûneriya AABF ya Hessenê ev bibîranîn organîze kir. Hevjîna hunermendê Kurd û Elewî Hasret Gultekin, Yeter Gültekin û keça şair Metin Altiok, Zeynep Altıok di panelê axivîn.

Zeynep Altiok got, nabe ku Komkujiya Sêwasê bê jibîrkirin. Yeter Gultekîn jî got, divê bibîranînên wiha ne tenê rojekê bin û wiha peyivî:

“Em li Mereşê weke îro bi rêxistin bûna, û dozên Mereşê me bi rengekî din bi rê ve biribane, wê komkujiya Sêwas pêk nehata.”