Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan li Emerîkayê (ANCA), ji ber dijayetiya dewleta Tirk a li dijî gelê Ermenî kampanyaya boykotkirina malê Tirkî ragihand.
Ji ber polîtîkayên şerxwaz û dagirkeriyê yên dewleta Tirk di asta cîhanê û herêmê de pêleke boykotkirin û qedexekirina malên Tirkî destpêkiriye. Piştî welatên Ereb Siûdî, Misir, Tûnisê, Rêxistinên Ermeniyan jî kampanyaya boykotkirina malên Tirkî ragihandin.
Komîteya Neteweyî ya Ermeniyan li Emerîkayê (ANCA) li eyalatên Emerîkayê Los Angeles, New York û Washingtonê ku nifûsa Ermeniyan lê zêdeye, kampanyaya boykotkirina malên Trikî ragihand.
Li van eyaletan û markêtan afîş û pankartên mezin ên banga boykotkirina malên Tirkî tên daliqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN