“ERK-EK” helwêsteke dijber

Sêşem 9 Adar 2021 - 01:11

ENVER ENLÎ
MANNHEİM

Koma Red-Fotograf a ji Tirkiyeyê pêşangeheke dîjîtal vekir a ku di ser înternetê re xelk dikare lê binihêre. Pêşangeh bi rasthatina 8´ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê hatiye amadekirin. Slogana pêşangehê, “ERK-EK” helwêsteke li dijî şideta beramberî jinê ye. Pêşangeh 8 Adarê (doh) li ser malpera www.redfotograf.com vebû û mirov diakrin wê weke formata PDF daxînin jî.

Ev projeya pêşî ya Red Fotograf a sala 2021´ê ye. Mijara pêşangehê jinên xurt ên şidet li wan bûye û mêrên bêçare yên şidetê kirine, ne. Bi bangeke li xelkê vekirî, fotograf hatine berhevkirin.

Di pêşangehê de 79 fotografên 45 wênegiran hene. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.