Êrişî edaletê kirin

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 03:12

  • Dewleta Tirk a dagirker êrişî hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cizîrê kir û hevserok Zeyneb mihemed û Yilmaz Şêxo şehîd kirin. Ev jî bû yek ji sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker. Rêxistinên jinan ji hêzên navneteweyî xwestin êrişan asteng bikin û meydana hewayî li dewleta Tirk qedexe bikin. 

Dewleta Tirk êrişke din weke ya qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Siberoja Sûriyê Hevrîn Xelef, bire ser Rojavayê Kurdistanê. Wê bi dronan êriş bire ser hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Herêma Cizîrî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şêxo. Rêveberiya Xweser da zanîn ku di vê êrişa li dijî hiqûqa şer û ya navneteweyî de herdu hevserok şehîd bûn. Gelek rêxistinên jinan li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakî û daxuyaniyan êriş rûreş kir, wan da zanîn ku ew li cem rêvebeiryê cihê xwe digirin û ji ber astengnekirina êrişan jî aliyên navneteweyî berpirsiyar girtin.   

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ragihand ku hevserokên Nivîsgeha Edaletê piştî ku droneke bi sîleh a dewleta Tirk a dagirker êrişî maşîna wan kir li nêzî gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê, şehîd bûne.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser hesabên xwe yên fermî ragihand ku hevserokên Nivîsgeha Edaletê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûne.

Meclisê got, “Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê şehîdbûna hevserokên Nivîsgeha Edaletê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero radigihîne ku di encama hedefgirtina wan de ji aliyê balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk ve, şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdan re dixwazin û soza meşa li ser şopa wan didin.”

 

Berpirsiyariya hêzên navneteweyî heye 

Rêxistina Sara û Koordînasyona Jinan êrişa dagirkeriya Tirk ku di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê şehîd bûn, şermezar kir û welatên garantor û Koalîsyona Navneteweyî weke berpirsên van êrişan nîşan da. Jinan bang kir da ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya meydana hewayî li herêmê bê ferzkirin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan, têkildarî êrişa pêr a dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da. Ev daxuyanî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin. Li bajarê Hesekê, endama rêveberiya Rêxistina Sara, Fereh Mihemed daxuyanî xwend. Wê got, di encama êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûne: “Herî dawî Zeyneb Mihemd û Yilmaz Şero di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.

 

Jin wê têkoşînê bidomînin

Em vî sûcî şermezar dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna li hember van êrişên hovane bidomînin.

Rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, dewletên garantor û di serî de Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in. Ji ber ku wan soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan dabû û peymana agirbestê misoger kiribû. Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya hewayî li herêmên me bê ferzkirin.”

Heman daxuyanî li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo û li navçeya Eyn Îsayê jî hat xwendin.

 

Armanc têkbirina Rêveberiya Xweser e

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li pêşiya navenda Meclisa Rêveberiya Herêma Firatê ya li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya Kobanê Evîn Şêx Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên sîstematîk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca vê êrişê şikandina vîna jinan û tinekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevliheviyê û têkbirina aramî û îstiqrara herêmê ye.

 

Bang li saziyên hiqûqî jî kirin: Belge bikin!

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em van êrişên dijminane û hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û gelan, şermezar dikin û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin da ku li hember van sûcan gavên pratîk biavêjin û van karên dermirovî belge bikin. Her wiha divê qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyê bê girtin.”

Her du hevserok di heman demê de ji meseleya vegerandina girtiyên DAIŞ´î ber bi welatên wan ve jî berpirsiyar bûn û têkiliyên wan ên dîplomatîk bi gelek aliyên navneteweyî re hebûne. 

Dewleta Tirk gava ku êrişa xwe ya dagirkeiryê li 9´ê Cotmeha 2019´an li dijî Serêkaniyê da destpêkirin, 12´ê Cotmeha 2012´an hêzên dagirkeran sekretera giştî ya Partiya Siberojê ya Sûrî Hevrîn Xelef ji maşîna tê de derxistin û bi awayekî hovane şehîd kiribûn. Ev êrişa li dijî endamên sivîl ên rêveberiya xweser jî bi heman rengî sûcekî hovane yê şer e.    

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.