Êrişê cihê Barzanî kirin

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:59

Balafireke bêmirov ya nenas êrişê gundê Dorê yê cihê lêmayîna Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir. Tevî ku parêzvanên Mesûd Barzanî hemû cûrên çekan di destê wan de hene û di parastina wî de ne jî, lê balafira bêmirov ji cihê êrişê dûr ket.

Rojnamevan û çalakvanê civaka sivîl Mekî Amêdî ragihand, doh serê sibehê saet 05:30’an de balafireke bêmirov ya nenas êrişê gundê Dorê yê girêdayî bajarokê Mêrgesorê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ku cihê lêmayîna Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ye kir û got:“Di êrişa balafira bêmirov de zerera canî çênebûye, lê tevî ku parêzvanên Mesûd Barzanî hemû cûrên çekan di destê wan de hene û di parastina wî de ne jî, lê balafira bêmirov ji cihê êrişê dûr ket.” Di dawiyê de Mekî Amêdî da zanîn ku piştî êrişê Mesûd Barzanî bi tevayî malbata xwe Serê Reş terikandin û li gundên Barzan bi ser malan de belav bûn û xwe veşartin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.