Êrişa DAIŞ’ê li dijî xebatkarên tenduristiyê

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:51

  • Dewleta Tirk û DAIŞ di zikhev de ne. Kengî yek êriş bike ya din keysa xwe li êrişan xweş dike.

Dewleta Tirk û DAIŞ di zikhev de ne. Kengî yek êriş bike ya din keysa xwe li êrişan xweş dike. Her du jî eynî ne. Yek bi topan zarokan parçe dike ya din, doktor û xebatkarên tenduristiyê qetil dike. DAIŞ´ê bi şaneyên xwe yên li nava kampa Holê û li Dêra Zorê doh û pêr 2 kes şehîd kirin û kesek jî birîndar kir. Ev hersê kes jî doktor û xebatkarên tenduristiyê bûn. 

Herî dawî doh piştî nîvrojê, şaneyeke DAIŞ`ê bi niyeta kuştinê êrişî endamekî Xaça Sor a Navneteweyî ya li kampa Holê ya li kantona Hesekê kir, di encamê ew birîndar kir.

Li gorî ANHA´yê ragihandiye, şaneyeke veşartî ya çeteya DAIŞ`ê li kampa Holê bi niyeta kuştinê êrişî bijîşkekî Xaça Sor a Navneteweyî kir. Navê bijîşkê birîndar bûye, Alajî ye û ji Etiyopyayê ye. Piştî êrişê, Xaça Sor tîma xwe ya li kampa Holê vekişand.

Pêr êvarê li Dêra Zorê, li gundewarê rojhilat ê bajêr li devera Teyanê, nêzî nexweşxaneya Kindî, bi sîlehan êrişî doktorê cerahî yê nexweşxaneyê Dr. Ebid El-Mufdî Elî kir. Li gorî hin çavkaniyan Dr. Ebid El-Mufdî Elî şehîd bû, lê aliyên fermî hîna piştrast nekirine ka gelo Dr. Ebid El-Mufdî Elî şehîd bûye yan birîndar bûye. 

Piştî êrişê, Hêzên Ewlekariya Hundir lêpirsîn da destpêkrin.

Dr Ebid El-Mufdî Elî bijîşekî cerahî yê ji bajarokê Salihiyê yê gundewarê rojavayê Dêrazorê ye, ji ber zextên rejîma Şamê tevî malbata xwe li herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de bi cih bûye. Bijîşk li gelek navendên tenduristiyê xebitiye.

Basim Mihemed Mihemed şehîd bû

Şaneyên DAIŞ'ê li kampa Holê pêr piştî nîvrojê jî êriş biribûn ser navenda Heyva Sor a Kurd a li kampê. Çavkaniyên ewlehiyê yên li kampê dan zanîn ku du kesan bi weke nexweş ketine nuqteya Heyva Sor a Kurd a li kampa Holê. Van her du kesan bi alaveke tûj êrişî xebatkarê Heyva Sora Kurd, Basim Mihemed Mihemed kir. Di encamê de Basim Mihemed Mihemed jiyana xwe ji det da. Du zarokên şehîd Basim Mihemed Mihemed hebûn.

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.