Êrîşa çeteyên Tirk hate şikandin

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 00:20

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê vê girêdayî yên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilayê Sûriyê, xasma jî li ser Minbicê didomin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand êrîşan çeteyên dewleta Tirk ên serê sibehê ên bi armanca ku bikevine kantonê ji alî hêzên Meclîsa Leşkerî yên Minbicê ve hatiye şikandin.

Dema ku çeteyên Tirk hewl dan ku bikevin kantonê di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk de şer qewimî. Di encama şer de çeteyek hate kuştin û her wiha gelek çeteyên  bi ser dewleta Tirk a dagirker ve hatin birîndarkirin. 

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, serê sibehê saet di 05:30'î de çeteyan hewl dan bikevin nava gundê Mehsenliyê.

Hate ragihandin ku bi 3 droneyên bombe li gund hatiye barandin û ji ber êrişê xisara madî li gund bû.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrişê asteng kirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.