Êriş birin ser zarokekî Kurd

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 2 Gulan 2023 - 00:31

Şervan Tan 15 salî ye. Doh ji bo dengdanê ew jî bi bavê xwe re çû ser sindoqên li Londonê hatine danîn. Bavê Şevan ji Mêrdînê ye, û ji bo refaqetê wî cilûbergên devera Colemêrgê li xwe kiribûn. Ji ber cilûbergên wî yên Kurdî, AKP´yiyayn êrişî wî kir. Wan xwest wî ji hola dengdanê derxin derve. 

Li Londonê, ji bo hilbijartinên serokkomariya dewleta Tirk û parlamena wê yên 14´ê Gulanê, li navnîşana 1 Old Billingsgate Walkê sindoq hatine danîn. Şervan Tan ê 15 salî tevî bavê xwe yê ji Mêrdînê, bi cilûbergên xwe yên neteweyî rastî elaqeyeke zêde hat. Lê piştî ku Şervan Tan bi bavê xwe re ket hundirê salonê, rastî êrişa nîjadperestên erkdarên AKP’î hat. Erkdarên salonê yên AKP’î ji cil û bergên Şervan ên bi rengê şîn ne rehet bûn û ji bo derxistina Şervan ji salonê gilî kirin. Erkdarekî din ên AKP’î îdîa kir ku cil û bergên Şervan, cil û bergên gerîla ne û gazî erkdarên ewlehiyê kir da ku Şervan derxin derve. Hilbijêran bi gotina “Hûn faşîst in” nerazîbûn nîşanî êrişa nîjadperestan da. Erkdarên Tifaqa Ked û Azadiyê anîn ziman ku ev yek provokasyonek e. Piştî gengeşiyê erkdarên ewlekariyê Şervan derxistin derveyî holê.

Endama Koordînasyona Hilbijartinan a Ingilistanê, Parêzer Sîbel Ozçelîk nerazîbûn nîşanî êrişa nijadperest a AKP’iyan da û got, bi ti awayî cilûberg, bawerî, fikir û terzê jiyanê yê mirovan nabe miameleyeke wiha bi wan re bê kirin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.