Êrîş birin ser DEM Partiyê, 176 kes binçav kirin

În 25 Cotmeh 2024 - 16:00

  • Êrîşên dagirkeriya Tirk berfireh dibin. Piştî êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, her wiha li bajaran terora binçavkirinê dest pê kir, 176 kes hatin binçavkirin û êrîşa terorî birin ser Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqerê. Berdevka DEM Partiyê Dogan got,’’Ev ferasete reben nikare me rawestîne.’’

Derheqê êrîşa terorî ya li ser partiya wan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyek weşand. Dogan got,“Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike.”

Di çarçoweya êrîşên dagirkeriya qirker polîsên Tirk li 31 bajaran operasyonên terorê kirin ku encamê de 176 kes hatin binçavkirin.

Wezareta Karê Navxwe yê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku bi îdîaya ‘Propagandaya rêxistinê’ û ‘fînansoriya rêxistinê’ li 31 bajaran bi ser malan de hatiye girtin û 176 kes hatine binçavkirin. MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.