Erdogan talîmat da darazê

Pêncşem 10 Kanûn 2020 - 02:13

Serokê giştî yê AKPʼê Tayyip Erdogan talîmat da darazê û xwest Selheddîn Demîrtaş neyê berdan. Li Tirkiyê li dijî Kurdan û siyasetvanên wan huqûqê dijminatiyê li ser kar e.
Tayyip Erdogan berî çûna xwe ya Azerbeycanê li balafirgeha Esenbogayê axivî û da zanîn ku Kiliçdaroglu bibe namzetê serokkomariyê wê vê baş bibînin.

Erdogan ê dijminê Kurdan ê sondxwarî di axaftina xwe de careke din dewletên Yekîtiya Ewrûpayê gunehbar kir û ji bo Selhedîn Demirtaş neyê berdan weha got: “Ne heddê min e ku ez mudaxeleyî darazê bikim. Nexasim em qaşo heqê terorîstekî mîna Demirtaş naparêzin û jixwe tiştekî wisa nîne. Ez bawer dikim ku wê daraza me îmkaneke wisa nediyê. Ew kirdarê Kobanî, kirdarê Amedê û qatilê Yasîn Boru ye. Ma em ê van ji nedîtî ve bên? Ma daraza me wê van ji nedîtî ve bê? Em ti carî destûra vê nadin. Mafekî vana yê milkiyetê nîne. Divê ew hesab bidin vî gelî.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.