Doza Demîrtaş û biryara berdana wî

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 23 Kanûn 2020 - 23:13

  • Ji bo Erdogan, Selahattîn Demîrtaş pirsgirêkek mezin e. Eger wî berde mesele ye, bernede jî mesele ye. Di her halî de ev biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê wê wî bixisirîne. Bi berdana Demîrtaş re wê atmosfera siyasî ya li Tirkiyê were guhertin. 

Di 22'ê Kanûna 2020'an de daîreya mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê li ser girtina hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryarek da. Di biryarê de ji Dewleta Tirk re got divê Demîrtaş were berdan. Ev biryar ne ya destpêkê bû. Beriya bi du salan di heman mehê de dîsa biryarek bi vî rengî derketibû. Wê demê Dewleta Tirk îtîraz kir û biryar bi cih neanî. Lê vê carê ti devereke ku îtîraz lê were kirin jî nemaye. An wê Dewleta Tirk li gorî biryarê tevbigere û Demîrtaş berde an jî wê li ber biryarê rabe û têkiliya xwe bi Ewrûpayê re xera bike. Ji bo vê yekê jî niha li ser wê nîqaş tên kirin.

Kesê biryarê jî bide bêguman Erdogan bi xwe ye. Heman Erdogan beriya bi du hefteyan ji bo Demîrtaş gotina terorîst bi kar anî. Gelo dibe ku kesê jê re gotiye terorîst derxîne derve ? Fêmkirina vê yekê hinekî zehmet e. Ji ber ku kesê em behsa wî dikin Erdogan ne kesekî xwedî pîvan e. Erdogan beriya bi du salan ji bo rojnamevanê elman Denîz Yucel jî gotibû heta ku ez li vî meqamî bim wê neyê berdan. Lê piştî van gotinên wî bi çend mehan Denîz Yucel hat berdan. Piştre  keşeyê emerîkî Andrew Brunson jî bi heman rengî bû. Erdogan ji bo ku keşeyê emerîkî bernede gelekî hewl da, lê neçar ma ku berde. Bi berdana wan kesan re têkiliyên Elmanya û Emerîkayê ket rewşeke asayî.

Îro jî heman tişt di doza Demîrtaş de jî heye. Lê di esasê xwe de li pişt deriyan bazarên din ango mijarên din ên veşartî hene. Biryara ku Ewrûpayê daye ji bo cezakirina Tirkiyê ye. Di vê pêvajoyê de Dewleta Tirk dest werda gelek deveran. Ji ber vê yekê Yekîtiya Ewrûpayê çend caran ew hişyar kir. Qala ambargo û cezayan jî kirin, lê tiştek nebû. Biryara ambargoya sîlehan jî ji aliyê Elmanyayê ve hat astengkirin. Dibe ku biryara ji bo Demîrtaş jî xelekek ji wan biryaran be. Erdogan jî vê yekê dizane û dibe ku di encama bazarî û şantajê de biryarê pêk neyne.

Eger em ji sala 2016'an û vir ve li doza darizandina Selahattîn Demîrtaş binêrin rewşa li Tirkiyê ango wêneyê rewşa heyî xuya dike. Ev yek li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî hebû. Li wê derê jî doza Demîrtaş veguherî doza darizandina hiqûqa li Tirkiyê. Di nava 4 salên derbasbûyî de dehê caran Demîrtaş derxistin dadgehê. Ji ber ku bi gelek dozan ew sûcdar kirin. Ji hinek dozan ceza danê, ji hinekan jî ew berdan. Di Îlona 2019'an de dadgeha Tirk a Enqerê biryar da ku Demîrtaş were berdan, lê ev yek ji aliyê Erdogan ve hat astengkirin. Ne dadgehên Tirk, ne jî dadgehên Ewrûpayê nekarîn Demîrtaş ji girtîgehê derxînin. Ji ber ku girtina Demîrtaş biryara Erdogan e, berdana wî jî biryara wî ye. Demîrtaş jî vê baş dizane, lewma di 4 salên derbasbûyî de ti carî daxwaza berdana xwe ji dadgerên Erdogan nekir. Li dadgehan parastina xwe jî nekir. Demîrtaş her tim li ser rewşa Tirkiyê axivî û got eger hûn hezar sal ceza jî bidin min ne xema min e.

Ji bo Erdogan Selahattîn Demîrtaş pirsgirêkek mezin e. Eger wî berde mesele ye, bernede jî mesele ye. Di her halî de ev biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê wê wî bixisirîne. Bi berdana Demîrtaş re wê atmosfera siyasî ya li Tirkiyê were guhertin. Tam jî di vê demê de ku qala hilbijartineke pêşwext tê kirin. Eger neyê berdan jî wê Dewleta Tirk nikaribe di vê mijarê de parastina xwe bike.

Herî dawî jî dixwazim li ser wê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê çend tiştan bêjim. Heman dadgehê ji bo çend dozên din alîgiriya Dewleta Tirk kir û li gorî Erdogan tevgeriya. Di doza komkujiya Roboskî de heman dadgehê serlêdana parêzeran qebûl nekir. Di doza Cizîrê de jî heman tişt kir. Bi sedan kes di jêrzemînên Cizîra Botan de şewitandin, lê Ewrûpayê çavê xwe li vê yekê girt. Dema ku li Cizîra Botan, Sûr û Silopyayê qedexe dewam dikirin derheqê Dewleta Tirk de 32 serlêdan çêbûn. Lê her 32 serlêdan nehatin qebûlkirin. Heman dadgehê hişt ku Erdogan li bajarên Kurdan komkujiyan pêk bîne. Gelo niha çi hat guhertin ku der heqê Dewleta Tirk de biryara xwe guhertin. Dema ku li hesabê wan tê dixwazin, dema ku li hesabê wan nayê naxwazin. Ev jî dirûtiya hiqûqa Ewrûpayê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.