• SPD bi xwe hîna li xwe neqewimandiye. Heger weke caran, siyaseta Elman bi frênê SPD´ê hevgirên xwe "bîne rayê", ew ê hem nehêle dewleta Tirk bê cezakirin li Elmanya û Ewrûpayê û hem jî dewleta Tirk xurt bike da ku vê helwêsta xwe ya li zerara her kesî dewam bike.

Ji Elmanyayê siyasetvanekî niha ji bo hikûmeta koalîsyonê ya muhtemel a nû muhim, Alexander Lambsdorff, li ser gefên dewleta Tirk ên dersînorkirina 10 dîplomatan got, "Dersînorkirineke muhtemel a deh sefîran û di nava wan de nûnerên Elmanyayê û gelek welatên ku bi NATO´yê hevgirên Tirkiyeyê jî hene, wê neaqilaneî ne dîplomatîk be, û ew vê hevgirtina NATO´yê jî qels bike."

Lambsdorff cîgirê serokê partiya lîberal a Elman FDP´ê ye. Yanî ew esas fikarên xwe tîne ziman û li ber dewleta Tirk dikeve.

Ew dibêje, eman gidî, heta niha jî me hev du îdare kir, lê ji vê jî xirabtir bibe, wê ne li xêra me û dewleta Tirk be.  

Gelo bi vê helwêsta xwe dide ber fikar û mitaleyên ji bo hevgirtina NATO´yê ya bi Tirkiyeyê re hîç mumkin e ku rejîma heyî ya dewleta Tirk maqûl bibe? Tecrûbeyên heta îro nîşan didin ku ev ne mumkin e. 

Diyar e ku welatên ku sefîrên wan weke "kesên nayên xwestin hatine ragihandin" niha bi hev dişêwirin. Herçî wezareta karên derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, xwedê dizane, gêj bûye. Li gorî daxuyaniya wezaretê bixwe, ew hewl dide meselê zelal û ji bo xwe safî bike. Bila jê re qewet be.

Li Ewrûpayê saziyek heye ku qaşo qanûn çêker e lê li ser siyasetên welatan hema hema hîç tesîreke di pratîkê de nake. Ew jî Parlemana Ewrûpayê ye. Serokê wê David Sassoli gotinên wêrek dike, jixwe kes wî zêde bi tiştekî hesab nake. Axir helwêsta dewletan a beramberî hevgiran diviya maqûl û wêrek be weke ya wî: "Dersînorkirina deh sefîran nîşana meyla otorîter a hikûmeta Tirk e. Em ê neyên çavtirsandî kirin. Azadî ji bo Osman Kavala." 

Elmanya heyirî

Weke her carê, Elmanya li rêyekê digere ku dewleta Tirk li nav refan bimîne. Piştî ku serokkomarê Tirk Erdogan, şemiyê sefîrê Elmanyayê û DYE´yê jî di nav de 10 sefîr weke "kesên nayên xwestin /persona non grata" ragihand, wezareta karê derve ya Elman got, "Me daxuyaniyên serokkomarê Tirk Erdogan û nûçeyên li serê bihîstin û halê hazir bi neh welatîn din ên mexdûr re dişêwirin." Ji bilî Elmanya û DYE´yê, Fransa, Kanada, Fînlandiya, Danîmarka, Holanda, Zelandaya Nû, Norwêc û Swêd jî ketin ber xezeba Erdogan.

DYE dixwaze rewş zelal bibe

Ji ber ku qaşo hevgirê eskerî ne bi Tirkiyeyê re û daxuyaniya Erdogan jî bihîstiye, DYE bi rêya wezareta xwe ya karên derve hewl dide fêm bike ka çi diqewime: "Haya me ji nûçeyan heye û em niha ji wezareta karên derve ya Tirk dixwaxin meseleyê zelal bike." 

Sedema vê helwêsta serokkomarê otorîter ê li Enqerê, daxuyaniyeke sefîran bû ku destpêka hefteya bihurî pê xwestin Osman Kavala bê berdan. Kavala ji 2017´an ve girtiye û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ji sala 2019´an ve biryara berdana wî dabû, lê dewleta Tirk vê biryarê weke nîne dihesibîne.

Gelo Tirkiye wê bê cezakirin?

Lê diyar e ku ev doz wê li ser hewldanên dewama hevgirtina bi Tirkiyeyê re bibe barekî giran. Nexasim jî ji bo DYE û YE´yê ev kar her diçe zehmet dibe. Tevî ku Elmanya her xwe li Tirkiyeyê digire jî, bi daxuyaniyeke wisa besît jî dewleta Tirk sefîrê wê dike der. Beriya çend rojekî, gava Merkel careke din çû serdana Enqerê û Erdogan, wê digot, têkiliyên Elmanya û Tirkiyeyê heyatî ne. Lê tişta ji bo aliyekî heyatî ji bo herdu aliyan ne heyatî ye. Ji bo dewleta Tirk pere û sîleh heyatî ne. Ji bo Merkel asêkirina rêya penaberan ber bi Ewrûpayê ve.

Cihgira Serokê Parlamena Federal a Elman Claudia Roth a ji Partiya Keskan xwest muyîdeyên cezayî li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin. Li gorî wê divê êdî li hemberî seyra otorîter a dewleta Tirk navneteweyî mirov bisekine. Li gorî wê hem Tirkiye divê bê cezakirin û hem jî firotina sîlehan bê sekinandin. 

Dîsa SPD´ê di koalîsyonê de ye

Partiya keskan aliyekî muhtemel ê koalîsyona bê ye. Me li jor jî behsa helwêsta aliyekî din ê koalîsyona muhtemel kiribû: FDP û siyasetvanê wê yê karên derve Alexander Graf Lambsdorff kiribû. Serketiyê hilbijartinan Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) bi xwe hîna li xwe neqewimandiye. Heger weke caran, sermeselê, gava ku artêşa Tirk dest bi şerê dagirkeriyê yê li dijî Serêkaniyê kir, siyaseta Elman bi frênê SPD´ê hevgirên xwe "bîne rayê", ew ê hem nehêle dewleta Tirk bê cezakirin li Elmanya û Ewrûpayê û hem jî dewleta Tirk xurt bike da ku vê helwêsta xwe ya li zerara her kesî dewam bike.

BERLÎN