Erdogan divê bê dadgehkirin

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:51

  • Dayika Hevrînê, Sûad Mistefa: Heke Erdogan neyê dadgehkirin, wê demê ti wateya qanûnê tine ye. Wê demê wê projeya demokrasî û şoreşa azadiyê dewam bike. Hevrîn Xelef qetil kirin, lê rojane bi sedan Hevrîn ji dayik dibin û li hember rejîma faşîstan disekinin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa got, Erdogan berpirsê sûcên şer ên li Sûriyê ye û wiha peyivî: "Bêyî dadgehkirina Erdogan, ti wateya qanûnên navneteweyî tineye." 

Li beramberî Çiyayê Cûdî û di deşta rojhilat a Dêrikê de dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa di nava gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Xebat Dêrik dimeşe.

Di destê Sûad Mistefa de gurzek kulîlk û hin darikên pixûrê hene û ber bi gora keça xwe Hevrînê ve diçe. 
Sekretêra Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hevrîn Xelef beriya du salan bi destê komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk, 12´ê Cotmehê bi rêbazeke hovane hat şehîdkirin.

Hemwextî êrişên dagirkirinê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê, dagirker bi komên xwe yên çete bi desteka hewayî dest bi dagirkeriyê kir û gihiştin rêya navneteweyî ya M4. Sibeha 12'ê Cotmeha 2019'an, dagirkeran Hevîn Xelef, ajokarê erebeyê û alîkarê wê bi awayekî hovane şehîd kirin. Di heman demê de 9 sivîlên din jî înfaz kirin.

Dîmenên qetilkirina sivîlan li ser rêya M4 a Til Temirê hatin belavkirin, di nav de yên qetilkirina Hevrîn Xelef jî hebûn. Ev dîmen ji aliyê çeteyekî Ehrar El-Şerqiyê ve hatibûn girtin.

Hevrîn Xelef (35), di havîna 2014’an de erka cîgirê Hevserokatiya Desteya Enerjiyê girt. Piştre bû Hevseroka Desteya Aboriyê ya Kantona Cizîrê. Di bihara 2018’an de hat hilbijartin û bû Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Paşerojê.

Ji bo aştî çênebe Hevrîn şehîd kirin

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed li ber gora keça xwe dibêje, Hevrîn bi aştiya di nava pergala hevbeş a pêkhateyên li tevahî Sûriyê de bawer bû û hewl dida şerê ji 10 salan ve li welêt bi dawî bike. Dayika şehîd Hevrîn dibêje, armanca Erdogan û partiya wî bi şehîdkirina Hevrîn ew bû ku îradeya jinan û şoreşa bi pêşengiya jinan, têk bibin.

DYE jî baş dizane kî kujer e

Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê di 28’ê vê Tîrmehê de serçeteyê Ehrar El-Şerqiyê yê bi navê Hatim Ebû Şeqra yê ku berpirsê qetilkirina Hevrîn Xelef e, xist lîsteya cezayan. Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku di Nîsana 2018'an de civîneke di navbera serçeteyên koman de li dar ketiye û di civînê de Ebû Şeqra û serokkomarê Tirk Erdogan jî hebûne.

Sûad Mistefa ji ber vê dibêje, “DYE wê demê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiya, ew baş dizane ku keça min li ku û çawa hat şehîdkirin. Lê belê çavên xwe ji vê sûcê hovane re digirin. Emerîkayê dikarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyeyiyan li herêmê qedexe bikira.”

Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin

Dayika Hevrîn Xelef ji bo behsa sûcên delweta Tirk bike li geek welatên Ewrûpayê jî geriya. Li ser van gerên xwe ew dibêje, tevî ku gelek belge û nîşane vî sûcî piştrast dikin, heta niha ti bersiv nîne: “Demokrasî û parastina mafên mirovan ebayek e ku Ewrûpa xwe pê serbilind dibîne û ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin. Ne NY’yê, ne rêxistinên mafên mirovan ne dadgehên Ewrûpayê heta niha tiştek kirine, sedem jî eşkere ye, ew jî berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene.”

Sûad Mistefa beşdarî rûniştina Konferansa Tirkiye û Kurdan a li avahiya Parlamena Ewropayê ya Sibata 2020'an bûbû û gilînameyek dabû dadgeha navneteweyî jî da ku kujerên keça wê werin dadgehkirin.

Sûad Mistefa bang li civaka navneteweyî kir da ku sûcdarên şer ên li Sûriyê û nexasim jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan bê dadgeh bike, û wiha peyivî: “Heke ev yek pêk nehat, wê demê ti wateya qanûnê tine ye. Wê demê wê projeya demokrasî û şoreşa azadiyê dewam bike. Hevrîn Xelef qetil kirin, lê rojane bi sedan Hevrîn ji dayik dibin û li hember rejîma faşîstan disekinin û zilmê qebûl nakin.” 

ANHA/DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.