Enqere hejandin
Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:07
- NPG´ê da zanîn ku gerilayên ku paytexta dagirkerên Kurdistanê, Enqere hejandine, şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn in. Wê her du şehîd wekî qasidên serketinê bi nav kirin û got, ew ê doza her du şehîdan bibe serî.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên 1'ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.
NPG´ê got, "Tîma me ya fedaî ku ev çalakiya bi heybet û dîrokî bi rengekî profesyonel pêk anî, ji hevrêyên me Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) pêk tê. Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku heta dawiyê em ê dilsozê rêbaza hevrêtî û jiyana Apoyî, xeta têkoşînê, sekna fedaîtî, profesyonelî, hêza tolhildanê ya mezin a şehîdên me yên fedaî yên Tabûra me ya Nemiran bin, û têkoşîna wan teqez bi ser bixînin.”
Da pey şopa birayê xwe
NPG´ê ji bo şehîd Rojhat Zîlan got, “Hevrêyê me li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke ji eşîra Celalî ji dayik bû. Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) weke bersiva li Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê me li dijî tevahiya gelê me hate kirin di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû, hevrêyê me Rojhat partiya me PKK nas kir. Li Stenbolê dema ku dixebitî, kadroyên ciwanan ên welatparêz ên şoreşger nas kirin, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet gihîşt wê baweriyê ku divê ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) sala 2011'an li Qendîlê şehîd bû, ev yek ji bo hevrêyê me Rojhat bû demeke diyarker. Piştî şehadeta kekê di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Rojhat bi fedaîtî tevlî nava jiyana gerîla bû, di demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Ew beşdarî nava rêxistina Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de ku li dora Rêberê me bû xelekek ji agir, xwe perwerde kir û di xeta têkoşînê ya xwedawenda azadiyê hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de xwe kûr kir, xwest bibe fedaiyekî pêşeng, li ser vî bingehî jî kedeke mezin da.
Hevrêyê me Rojhat zanîbû ku divê fedaîtiya Apoyî yekpare be, xeta azadiya jinê ya ku bingehê paradîgmaya jiyana azad a Rêberê me ye pejirand, bandora sîstema serweriya mêr a li ser kesayetiya xwe fêhm kir, li hemberî vê têkoşiya, mêrtiya serwer a klasîk di kesayetiya xwe de kuşt û ber bi jiyana azad ve beziya.
Weke fedaiyekî pêşeng ê Tabûra me ya Nemiran a Şehîd Zîlan; metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me; daxwaza tinekirina nirxên me yên herî pîroz, hiş, dîrok û çanda me di hevrêyê me Rojhat de hêrseke mezin afirand. Hêrs û hesta tolhilanê ya mezin veguherand gerîlatiya profesyonel a bi rêbaza lêdanê ya bi rêbaza teyrê baz.
Hevrêyên me Leyal Sorxwîn, Yaşar Botan, Hêjar Zozan, Canşêr Makû, Xemgîn Serhed, Destan Botan, Rêdûr Sîser, Yusuf Pîrosî û herî dawî jî Axîn Mûş û hevrêyên pê re li Bakurê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî ruhê fedaî yê Apoyî afirandin. Hevrêyê me Rojhat jî bi çalakiya fedaî ya li dilê dewleta Tirk a qirker ev ruhê fedaî gihand asta herî bilind û cihê xwe di dîroka serbilind a azadiyê ya gelê me de girt.”
Fermana serketinê li pey xwe hişt
NPG´ê ji bo şehîd Erdal Şahîn jî got “Hevrêyê me Erdal jî li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû ku serî li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker netewand, ji navenda berxwedanê ya xaka Botanê ya qedîm ji Şirnexê koçî Mersînê kir. Mîna her Kurdekî ku dixwest bi rûmeta xwe bijî, rûyê qirêj û rast ê dijmin hîn di zarokatiyê de nas kir. Hevrêyê me Erdal ji eşîra Harûnî bû. Hesreta welêt û hezkirina Kurdistanê di dilê wî de timî xurt bû, lewma jî berxwedana gerîla ya dîrokî û partiya me PKK zû nas kir. Kesayetiya wî ya berxwedêr û têkoşer kir ku her tim bikeve nava lêgerînan û felsefeya Rêber Apo nas kir. Bibîranîna têkoşînê ya apê wî Şehîd Şahîn Cansel (Ahmet Ogûz) ku salên 1990'î şehîd bûbû, bandoreke mezin li hevrêyê me Erdal kir.
Hevrêyê me di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû, bi eşq û kelecaneke mezin beşdarî nava jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Erdal ku jiyana qirêj a sîstemê red kir, li çiyayên Kurdistanê bû xelekeke xurt a jiyana azad a bi îdeolojiya Apoyî. Hevrêyê me perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi rengekî serketî qedand, pratîka xwe ya destpêkê meşand, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza.
Ala têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ên ku jiyana pîroz a PKK'ê afirandin dewr wergirt, ji bo karibe milîtaniya Zîlan di şexsê xwe de şênber bike kedeke mezin da, bû fedaiyek ku li ser xeta fedaiyan meşiya. Bi gotina fermandarê me yê nemir Şehîd Egîd Civyan; 'Di dil û mejiyê xwe de welatê xwe ava kiribû. Ji ber ku zanîbû welatek ne li ser xakê, lê di destpêkê de di mejî de tê avakirin. Rê dirêj û bi zinaran dagirtî jî be dihatin derbaskirin, yek bi yek astengî. Her bedenekî diket dibû ronahî û rê ronî dikir, dibû sparteyek ji me re'. Mîna teyrê baz bû bersiv ji êşên gelê me re, bi rengê Zîlan li dilê dijmin xist, bû yek ji bijarteyên xeleka li dora Rêber Apo. Bû peyama herî mezin ku ti sûcên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bêbersiv nemîne û bû qasidê vê yekê. Fermana serketinê ya hevrêyê me Erdal wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bi cih bê anîn û azadiya gelê me bê misogerkirin.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha ne:
Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) ê li Wanê jin dayik bûye, kurê Îpekê û Mehmetî, 1'ê Cotmeha 2023´yan li Enqerê şehîd bû.
Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) ê li Mêrsînê ji dayik bûye, kurê Ramziyeyê û Abdûlselamî, 1'ê Cotmeha 2023´yan li Enqerê şehîd bû.
BEHDÎNAN