• DCE´yê ne niyet e ku dawî li karê xwe yî li Rojava bîne. Hîna nû Nîsana bihurî wê ekîpmanên xwe yên pêşî li ser zeviyên neftê yên Rojava bi cih kirin. Yek ji du navendên şirketê li Rimêlan e.

LUQMAN GULDIVÊ

 

Delta Crescent Energy (DCE) navê şirketeke Teksasî ya neftê û enerjiyê ye. Gava mirov berê xwe didiyê, zêde agahiyên fermî li serê nînin. Şirket nisbeten nû ye. Hesabê wê yê twitterê yê beriya çend rojekî çalak bû, Çileyê îsal hatiye vekirin. Li ser hesêb şirket ji bo xwe dibêje, "Şirketeke Emerîkî ya ku li cihê cih li Bakur û Rojhilatê Sûrî kar dike ji bo destekkirina hevgirên cihî da ku xizmeta şewrê bide û alîkar be di warê ji nû ve avakirina binesaziya heyatî de û vê jî bi enerjiyê dest pê dike." 
Şirket li gorî vî hesabî xwedî du navendan e. Yek jê li Teksasê ye, li bajarê Houstonê, navenda din jî li Rojava ye, li navçeya Rimêlanê.
Tweeta wê ya li jora hesêb daliqandî, pêr hatiye nivîsandin û dibêje, em li gorî destûra sala 2013´an karê xwe dikin û ne li gorî destûreke taybet a rêveberiya Trump. 

Meha Nîsanê ekîpmanên pêşî

Em gava hinekî lêdikolin, dibînin ku şirketê, karê xwe li Rojava meha Nîsanê bi xebatên pratîk daye destpêkirin. Li ser malpera wê ya fermî, vîdeoyek hatiye parvekirin û di 2 deqîqe û 20 saniyeyan de ew dibêje, "Nîsana 2021´ê li gorî qanûnên îxracatê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ekîpmana pêşî ya ji Emerîkayê gihîşt [Rojava] û li zeviyên neftê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bicihkirin. Ji hema hema deh salan û vir ve, ev yekem car bû ku ekîpmanên DYE´yê li van zeviyan hatin bicihkirin. Şirîkên me yên cihî wê vê ekîpmana bi enerjiya rojê dixebite, bi kar bînin da ku çavdêriyê bikin li nefta xav a di lûleyên wan re diherike. Ev ekîpman wê derfeta wan a hesibandina hilberîna niha û ya siberojê ya neftê gelekî xurt bike."

Şirket dixwaze karê xwe dewam bike

Şirket bi ihtîmam îşaret pê dike ku ew ê karê xwe yên li Rojava dewam bike û ji bo vê jî ew xwe disipêre qanûneke ji rêveberiya Obama. Yanî, şirket dibêje, ew ji destûra taybet a Trump a ku qanûnên Cesar li ser wê ferz nekirine, sûdê wernagire. Destpêka vê mehê Rêveberiya Biden ragihandibû ku ev destûr wê neyê dirêjkirin. Gelek aliyan digot, ji ber wê şirket divê di nava mehekê de ji Rojava derkeve. 

Agahiyên li ser malpera şirketê, weke ku yekser bersivê bidin vê agahiyê diyar in. Şirket biryardar xuya dike jibo ku karê xwe li Rojava dewam bike. 

Rêveberiya Xweser muxateb e

Şirketê herî dawiyê wêneyekî tankeke petrolê ya ku DAIŞ´ê teqandibû weşandiye û gotiye, "Plana me ew e ku em alîkariyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re bikin da ku binesaziya zirar lê bûye yên weke vê yên ku DAIŞ´ê teqandine, ji nû ve ava bike. Heger siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûrî biguhere û şirketên Emerîkî nikaribin li kêleka şirketên cihî veberhênanê bikin ji bo pîşesaziya enerjiyê temîr û nûava bikin, ma gelo em difikirin ku ew ê li alternatîfên din negerin?" 
Gelo ew bi vê yekê peyamê dide rêveberiya Biden, yan loman dike?  

Xwe disipêre qanûna rêveberiya Obama

Em berê xwe bidinê, ka şirket karê xwe yê li Rojava disipêre kîjan destûr û qanûnên DYE´yê: Daxuyaniya [elaqedarî] Sûrî ya li ser Siyaseta Destûrdayînê û Destûra Giştî ya [ji bo] Sûrî ya 11A ya ku 6´ê Kanûna 2013´an fermî hatiye ragihandin. Ev daxuyaniya destûrnameyê ji aliyê Meqamê Kontrola Veberhênanên li Derve [-yî Emerîkayê] (OFAC) ve hatiye dayîn. Ew dibêje, di destûrdayîna veberhênên elaqedarî telekomînîkasyon, çandinî û neftê yên li Sûrî de DYE îmtiyazê dide muxalifan û hevgirên xwe. 

Şirket jî dibêje, ew karê xwe li gorî vê qanûnê dimeşîne. Şirketê Îlona 2019´an ji bo li gorî vê qanûnê destûrê wergire miracaet kiriye û Nîsana 2020´an jî ev destûr wergirtiye. Tebaxa par jî karkerên şirketê li Rimêlanê bi cih dibin. Buroya şirketê ya li Rimêlanê jî Mijdara 2020´an tê vekirin.

DAIŞ´ê zavayê damezrêner kuştiye

Yek ji damezirênerên şirketê, sefîrê berê yê DYE´yê James P. Cain e. Cain ji 2005´an heta 2009´an sefîrê DYE´yê yê Danîmarkê bû. Zavayê wî di êrişa DAIŞ´ê ya li dijî balefirgeha Brukselê de Adara 2016´an miribû. Piştî vê, wî destek da xebatên alîkariya insanî yên weke paqijkirina erdan Rojava ji mayînan.

Yanî, ya niha diyar ew e ku damezrênerê şirketê wê zûbizû dev ji israra xwe ya dewamkirina karê xwe yê li Rojava û muxateb dîtina Rêveberiya Xweser bernede.