Emerîka wê li Sûriyeyê bimîne

Nûçeyên Cîhan

Duşem 27 Adar 2023 - 14:38

Koordînatorê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di hevpeyvîneke li gel kanala CBS de got, welatê wî bi Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk re bi mîsyona têkbirina DAIŞʹê girêdayî ye. Wî her wiha ragihand ku kêmî hezar leşkerên DYAʹyê vê mîsyonê li Sûriyeyê pêk tînin.

Kirby anî ziman, heger serok Joe Biden pêwîstî bi parastina hêzên Emerîka û baregehên wan bibîne,  DYE îhtîmalên pêkanîna êrişan li dijî komên alîgirên Îranê dûr nabîne.

Piştî êrişên li dijî baregehên hêzên Emerîkayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DYEʹyê ragihandibû ku wê hêzên xwe yên li Sûriyeyê biparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.