• Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.

Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Hikumeta Donald Trûmp ku gema Îranê zêdetir dişidîne, vê carê bi taybetî berê xwe da firotina petrolê ya di ser Sûriye û Venezûelayê re.
DYE, piştî ku di Gulana 2018'an de bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê vekişand di asta herî bilind de polîtîkaya zextê xiste dewrê û li pêkanînan vegeriya. Di nava pêkanînan de ambargoya li ser petrola Îranê jî hebû.
Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê roja Duşemê Şîrketa Petrolê ya Neteweyî ya Îranê, Wezareta Petrolê û şîrketa barhilgiriya petrolê ya rêyên deryayî xiste lîsteya reş.
Wezaretê vê carê jî têkiliya bi Hêzên Qûdsê ya Muhafizên Şoreşê weke hincet nîşan da. Washîngton artêşa îdeolojîk a rejîma Îranê Muhafizên Şoreşê weke 'rêxistina terorîst' dibîne.
Wezîrê Xezîneyê Steven Mnûchîn bi daxuyaniyekê got, "Rejîma Îranê piştgiriya xwe ya ji bo rêxistinên terorê dewam dike û bernameya nukleerê jî datîne pêşiya berjewendiyên gelê Îranê."
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo jî got, ev yek ji bo 'Yên petrola xam a Îranê dikirin' hişyarkirin e.
Li gorî Wezîrê Petrolê yê Îranê Bîjan Zanganeh, ev tedbîrên cezakirinê nîşan didin ku polîtîkaya Washîngtonê ya ji bo tunekirina firotina petrolê ya Îranê, bi ser neketiye.

NAVENDA NÛÇEYAN