Di 4’ê Çileyê de li kolana Filistîn a li Bexdayê, bi balefireke bêmirov û biçek baregeha hêzên Heşda Şeebî hate bombebaran kirin. Piştî êrişê Tevgera Nucebayê kuştina fermandarê xwe yê bi navê Ebû Teqwa Seîdî û alîkarê wî yê bi navê Ebû Îmtîhan ragihand. Emerîkayê jî piştre ragihand ku êriş ji aliyê wan ve pêkhatiye. Piştî bûyerê, ji rayedarên Iraqê gelek nerazîbûnên tund hatin, ji gelek aliyan jî banga derxistina hêzên Emerîka yên di nav xaka Iraqê de hate kirin. Emerîkayê bersiva bangên rayedarên Iraqê da. Berdevkê Wezareta Parastinê yê Emerîkayê Patrick S. Ryder di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ti planek wan ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîn nîne, niha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên Emerîkî li Iraqê ne.

Ryder di dewamê de got:“Hêzên Emerîka li ser daxwaza Hikumeta Federal li Iraqê ne, em ê têkoşîna dijî DAIŞ’ê ya li herêmê dewam bikin. Heya niha jî Iraqê ji bo vekişîna hêzên me ya ji Iraqê, tiştek ji Wezareta Parastinê ya Emerîkayê re ne gotiye. Tevî vê jî Emerîka ji bo vê mijarê ji hemû guftugoyan re amade ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN