Emanet çekên nukleerî bi kar neîne

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:21

  • "CBS News” de bang li hempîşeyê xwe yê Rûs Vladimîr Pûtîn kir da ku çekên nukleerî û yên kîmyewî yên taktîkî li Ukraynayê bi kar neîne."

Piştî ku Rûsyayê hişyar kir û got, heger hêzên wê li Ukraynayê rastî zexteke zêdetir werin, ew ê bi tundî bersivê bide, serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Joe Biden bang li Moskovê kir da ku çekên nukleerî bi kar neîne.

Joe Biden di hevpeyvînekê ligel “CBS News” de bang li hempîşeyê xwe yê Rûs Vladimîr Pûtîn kir da ku çekên nukleerî û yên kîmyewî yên taktîkî li Ukraynayê bi kar neîne.

Leşkerên Ukraynayê hefteya bihurî hêzên Rûsî neçar kirin ku ji bakurê rojhilatê welêt vekişin, vê yekê jî Pûtîn xiste bin zexta neteweperestên li hundir da ku însiyatîfê ji nû ve bi dest bixe.

Pûtîn hişyar kir û got, heger hêzên wê bikevin bin zexteke zêdetir, Moskov dê bersiveke tundtir bide.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.