Em ti carî serî netewînin

Şemî 14 Îlon 2024 - 02:35

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Filîz Bûdakê nerazîbûn nîşanî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê dan û got ku ew ê li hemberî tu êrişan serî netewînin.

Bûdakê bal bire ser êrişên topyekûn ên dewleta Tirk ên li dijî xaka başûrê Kurdistanê û got:“Êrişên li ser Qadên Parastina Medyayê, Şengal, Rojava û Wargeha Mexmûrê jî girêdayî vê yekê ne. Ev êriş di çarçoveya konsepta tunekirina gelê kurd de tên kirin. Ji sala 2017’an û vir ve ji aliyê Tirkiyeyê ve êrişên hewayî yên li ser Mexmûrê tên kirin. Bi van êrişan dixwazin xelkê li kampê dijîn bitirsînin û teslîm bigirin. Ji bilî êrişên çekdarî, êrişên wekî ambargo, bi têlan dorpêçkirina kampê, destdanîna ser pez û milkên xelkê dikin. Dixwazin gel bi birçîbûnê re rû bi rû bihêlin. Tevî van êrişên ku Tirkiye li gel PDK’ê pêk tîne jî gel teslîm nebû û ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt."

Civaka exlaqî û polîtîk ava bûye 

Bûdakê anî ziman ku yek ji sedemên êrişa li dijî kampê jî ew e ku gelê Kurd bi paradîgmaya xwe xwe bi rê ve dibe û got:“Ji bo vê jî bi êrişên hewayî dixwazin kampê ji hev belav bikin. Ji ber ku Mexmûr bi pergaleke ku têra xwe dike û bi paradîgmaya neteweya demokratîk tê birêvebirin.  Kurdên bêpergal bi paradîgmaya neteweya demokratîk modeleke ku ji gelên cîhanê re bibe rizgarî ava kirin. Mexmûr pêşengiya vê pergalê ye. Ji sala 2005’an ve gelên li Mexmûrê dijîn bi rêya komun û meclisan xwe bi rê ve dibin. Bi modela xwe ya aborî pergaleke xweser ava kir. Tirkiye jî dixwaze vê ji holê rake. Tirkiye jî ji bo ku gel teslîm bibe, 'an hûn ê xiyanetê li gelê xwe bikin an ez ê we bikujim” li wan ferz dike. Gelê Mexmûrê 30 sal in li dijî van li ber xwe dide. Ne nasnameya xwe înkar dike û ne jî xiyanetê li gelê xwe dike. Her roj têkoşîna xwe mezin dike. Pergala xwe ava kir. Zimanê xwe pêş dixe. Civakeke exlaqî û polîtîk afirand."

NY û Iraq bêdeng in

Bûdakê da zanîn ku kamp di bin sîwana NY û di nav sînorên Iraqê de ye û got: “Nerazîbûnên Iraq û Neteweyên Yekbûyî yên li hemberî van êrişên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, tune ye. Tişta sereke ya ku divê Iraq û Neteweyên Yekbûyî bikin ew e ku qada hewayî ya Iraqê ji Tirkiyeyê re bê girtin. NY li hember êrişên li ser kampê heta niha bêdeng maye."  Bûdak diyar kir ku helwesta gel a li hemberî êrişan diyar e û got:“Gelê me 30 sal in têdikoşe û li ber xwe dide. Di têkoşîna xwe de bi israr e. Çi dibe bila bibe wê berxwedana xwe bidomîne. Ev êrişên ku bi armanca belavkirina kampê pêk tên wê negihêjin armanca xwe. Piştî êrişa dawî li kampê meşeke girseyî pêk hat. Gelê me got ku ewê tu carî teslîmiyet û xiyanetê qebûl nekin. Wekî kamp em li hemberî tu êrişan serî natewînin."

MA/OMER AKIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.