Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi rasthatina salvegera nehan a qetlîama Parîsê daxuyanî da û ji bo tevlîbûna meşa roja Şemiyê bang kir.
KONGRA-GEL got, “Em sê hevalên xwe yên jin ên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em careke din dewleta Tirk a faşîst nalet dikin û diyar dikin ku em ê hesabê vê qetlîamê bipirsin.”
KONGRA-GEL rexne li dadweriya li Fransayê jî girt û got, ji dêvila ku rastiyan derxe holê û wijdanê malbatan, gelê me û raya giştî aram bike, dixwaze ser dosyeyê bigire.
KONGRA-GEL wiha dewam kir: “Ji xeynî belge û agahiyên di dosyeya dozê de serokê berê Daîreya Îstîxbaratê ya Artêşa Tirk Îsmaîl Hakki Pekîn di bernamayeke televîzyonê de diyar kiribû qetlîama Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin û heke hewce bike divê ji bo kesên din jî were kirin.”
KONGRA-GEl got, heta ku edalet pêk were, Tevgera Jinên Kurd, gelê Kurd û dostên wî, wê têkoşîna edaletê dewam bikin û bi vê bangê daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Bi pêşengiya TJK-E di 8’ê Çile de ji bo protestokirina hikûmeta faşîst AKP û MHP a ku hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî qetil kiribûn û ji bo ku Fransa edaletê pêk bîne, divê her kes were Parîsê.
Ji bo ku em bibin dengê şehîd û gelê xwe, di 8’ê Çileyê roja Şemiyê em li Parîsê bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN