Em rûmeta Kobanê biparêzin

Duşem 16 Kanûn 2024 - 03:05

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê derbarê êrîş û metirsiyên dewleta Tirk ên li Kobanê û tevahiya herêmê de daxuyaniyek da.  Daxuyanî li Qada Jina Azad bi beşdariya rêveber û endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistinên civakî hat dayîn û wiha hate gotin:“Di wan çend rojên dawiyê de erîşen berfireh ên li ser axa Suriye, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bênavber didomin. Bi taybetî li dijî gelê me yê li Şehba û Minbicê bi alikariya dewleta Tirk a dagirker êrişên dijmirovî pêk hatin. Gelek jin, zarok û pir-kal hatin qetilkirin. Bê guman ev êriş li ber çavên hemû cihanê pêk hatin. Gelek dimenên bi êş derketin pêş. Serjêkirin, însan şewitandin, êşkence û her cure kiryarên dijmirovi pêk hatin. Li hemberî wan êrîşên dermirovî, şervanên QSD, YPJ û meclisên leşkerî bersivên tund dan dagirkeran, berxwedanek bêhempa nîşan dan. Gelek şervanên me bi qehremanî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafiran û her cure teknikê destê xwe li pişta çeteyên xwe xist û bi awayekî hovane berê wan dan ser gelên herêmê. Li Şehba, Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê komkujî kirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelên herêmê ye, dagirkirina Rojavayê Kurdistnanê ye, ev xeyala dewleta Tirk a qirker e. Bi taybetî ne tehmulkirina dagirkeran a ji bo rêveberiya xweser, bi salane di rojeva dewleta Tirk a dagirkerde ye. 19’ê Tirmehê şoreşa gelan li Kobanê dest pê kir, her wiha êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li vir hatin şikandin û vê yekê ziravê Erdoxanê faşîst qetand. Kobanê bûye sitriya çavên wan. Di van kêliyan de tehdît û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye. Lê em dibêjin bila raya giştî zanibe ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bi destê şervanan hate tunekirin û mirovahiyê henase girt, lewma cîhan deyndarê şervan û gelê Kobanê ye. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokrat, azadîxwaz, koalîsyona navnetewî û hemû mirovahiyê dikin ku werin em bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê  biparêzin."

Daxuyanî bi dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bidawî bû.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.