- Asya Abdullah: Rojeva me ya esas ew e ka sîstema nû wê çawa be? Tirkiye dixwaze rojeva me biguhere. Dewleta Tirk propagandaya reş dike. Divê em li dijî vê 10 qatan bêhtir bixebitin.
MUHAMMED KAYA / BERLÎN
Ofîsa PYD´ê ya Berlîn, li avahiya Weqfa Rosa Luksemburgê bi sernavê “Meseleyên li Sûrî, rêbazên çareseriyê û bûyerên li Kurdistanê” panelek li dar xist. Endama Koordînasyona Kongra Starê Asya Abdullah di panelê de peyivî.
Hevseroka dewra berê ya PYD´ê Asya Abdullah got, pirsgirêk û meseleyên li Sûriyê ji ber sîstema kurewî ne û wiha peyivî: “Xitimîna sîstemî îro roj xwe li Sûrî û Rojhilata Navîn dide der. Ji ber wê ne çareseriyên navendparêz ên netewe dewletî, ne jî hêzên ji derve dest werdidin herêmê, nikarin van meseleyan hal bikin. Tenê sîstemeke di xizmeta miletan de dikare van meseleyan hal bike.”
Asya Abdullah bi bîr xist ku di rojên ber bi Şoreşa Rojava ve, gelek xetan xwe diyar kiriye û got, “Miletê Kurd ji bo ku di nava vê guherînê de be û bibe xwedî stratejiya xwe bixwe, stratejiyek bi pêş xist. Me weke hinan, negot, mesele ya 6 mehan e. Sîstema demokratîk wê çêbe, lê wext wê lê biçe. Meseleya Sûrî ne tenê ya Sûriyeyiyan e. Demdirêj e û ya her kesî ye”.
Asya Abdullah bi bîr anî ku hêzên din di destpêka şerî de helwêsta wan piçûk dîtiye û wiha dewam kir: “Wan digot, ew ê di demeke kurt de bigihîjin encamekê. Lê belê, ew ên ku xwedî nexşerêyên îdarî, siyasî û dîplomatîk bûn, derketin pêş. Sûriya demokratîk divê ji bo her kesî be.”
Rêveberiya navendî bi kêr nayê
Asya Abdullah got, Sûrî halê hazir bi rengê erdên Tirkiyeyê dagir kirî, erdên hikûmeta Şamê û erdên Rêveberiya Xweser hatiye sêparçe kirin û wiha peyivî: “Pirsgirêka dagirkeriyê heye. Rejîma Esed eqlê çaresernekirinê ye. Êdî li Sûrî rêveberiya navendî bi kêr nayê. Nîşana vê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ye, ew modeleke îdarî, civakî û aborî ye. Ev sîstem di pratîkê de pêk hat. Di rewşên neerênî hemûyan de dikare xwe biparêze. Hêza vê sîstemê civaka wê ye.”
Wan destûr da Tirkiye dagir bike
Asya Abdullah bal bire aliyê navneteweyî yê pirsgirêkê jî û wiha dewam kir: “Heta ku Tirkiye hebe, îrade, çand û civaka Sûrî tên dagirkirin. Heta ew hebe çareserî nabe. Ma bi milyonan mirov wê penaber bimînin?
Heta ev rewş zelal nebe, meseleya Sûriyê wê gelekî dewam bike. Hêzên sereke yên sîstemê di biwara çarserkirina meseleya Sûriyê de ne xwedî perspektîfekek zelal a çareseriyê ne. Ma kê kir ku Tirkiye bibe dagirker? Wan bi xwe destûr da.“
Asya Abdullah got, dagirkeriya delweta Tirk li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî heye û wiha peyivî: “Kurd îro ji her demê bêhtir rêxistinkirî ne. Em Kurd divê têkoşîna xwe bikin yek, armanca xwe bikin yek û dawiyê li dagirkeriyê bînin. kurd berdêlên mezin din, li Rojava dagirkerî heye. Rewşa Efrînê li holê ye. Ava Dîcle û Firatê birrîne. gundên li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk dagir kirine, îro cihê berxwedanê ne.”
Divê em propagandaya derew pûç bikin
Asya Abdullah li ser rojeva xwe û tiştên li pêşiya xwe jî got, “Rojeva me ya esas ew e ka sîstema nû wê çawa be? Tirkiye dixwaze rojeva me biguhere. Dewleta Tirk propagandaya reş dike. Heta îdîa dike wê li Efrînê tiştekî baş kiriye. Divê em li dijî vê propagandaya wê 10 qatan bêhtir bixebitin.”
Asya Abdullah îşaret bi berxwedana leşkerî kir û got, karê dîplomasiyê jî ewqasî girîng e: “Weke civak divê em di vî warî de erka xwe bi cih bînin. Rola civaka Kurd a li Ewrûpayê jî muhim e. Ji bo ku li Kurdistanê em sibe dusibe nekevin rewşeke xirabtir, divê em di warên siyasî, çandî û dîplomatîk de Rojava xurt bikin. Ji her demê bêhtir, îro divê hêzên Kurdistanî bên cem hev.”