Em qeyûm naxwazin

Sêşem 26 Mijdar 2024 - 02:30

Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Dêrsimê dan wiha gotin:“Ew çi dikin bila bikin, em ê bajar ji wan re nehêlin. Ev bajar ê me ye, ev şaredarî ya me ye. Em ê li vê derê bin. Em qeyûm naxwazin.” 

Pêvajoya tayînkirina qeyûm ku bi Colemergê dest pê kir, piştre li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê dewam kir beriya çend rojan jî li Dêrsimê qeyûm hat tayînkirin. Jinên Dêrsimê dan zanîn ew qeyûm qebûl nakin û gotin ew ê li dijî biryarê li berxwe bidin.

Em qeyûm naxwazin

Nazli Salman bi gotina; “Ev ji zulmê pê ve tiştek din nîn e” diyar kir ku ew ê qeyûm nepejirînin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin, em ê bajar ji wan re nehêlin. Ev bajar ê me ye, ev şaredarî ya me ye. Em ê li vê derê bin. Em qeyûm naxwazin.” 

Em ê destûrê nedin

Zeynep Arslan jî bi gotinên; “Em ji hevşaredarên xwe pir memnûn in û dixwazin li ser peywira xwe bin” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Di vê mijarê de çi ji destên me were em ê bikin û bajarê xwe nedin qeyûm. Ji sala 1938’an ve heta niha hewl didin Dêrsimê tune bikin, şêniyên wê biçewisînin lê em ê destûrê nedin."

Em ê bêdeng nemînin

Serînce Çîmel jî diyar kir ku di hilbijartinê de kî hatibe hilbijartin divê ew rêveberiya bajar bikin û wiha domand: “Ez deng didim û di ferqa îradeya xwe de me. Ez dixwazim mirovên min dengê xwe dane wan min bi rê ve bibin. Bi salan e polîtîkayên zext û çewisandinê didomin. Em ê li dijî xespkirina îradeyê bêdeng nemînin."

NÛJINHA/DÊRSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.