Em pir meraqa Ocalan dikin

În 16 Sibat 2024 - 00:55

Dayikên Cizîra Şirnexê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan dan û xwestin ku tecrîd demildest rabe.

Yadê Hamdiye Înediyê got ji ber ku ew pir meraqa Rêber Ocalan dike xew bi çavê wê nakeve û got ew dixwazin Rêberê wan li nav wan be. Yadê Inediyê her wiha greva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê bi bîr xist û got ew jî dixwazin mil bdin wan û bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin û encex têkoşîn dikarin xilas bibin.

Yadê Hamdiye bi domdarî got,’’Em tim û tim rewşa birêz Ocalan meraq dikin. Mifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku heke birêz Ocalan derkeve dê li cîhanê guhertinên mezin çêbibin. Çimkî her tim daxwaza birêz Ocalan ew e ku xwîn nerije. Em bi şev ranazên, em wî meraq dikin.’’

Em naxwazin ku xwîn birije

Yadê Ayşe Kazanhan, ku sala 2012’an kurê wê Nîhat Kazanhan ji hêla polîsên Tirk ve hatî kuştin got ew aştiyê dixwazin, naxwazin ku xwîn birije û got,’’Heke ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe wê demê em ê karibin behsa aştiyê bikin. Wê demê her tişt dê çêbibe. Divê li dijî vê tecrîdê her kes rabe ser pêyan û vê tecrîda girankirî qebûl neke. Dilê me şewitî bila yê keseke din neşewite. Kezeba me şewitî lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. ‘’

Bi tifaqê re tecrîd wê bişke 

Ji dayikan Yadê Zeynep Şîmşekê jî got aştî bi vekirina deriyê Imraliyê ye, dayik naxwazin ku êdî kesek bê kuştin, bila dayik bes bigirîn û domand,‘’Em dixwazin birêz Ocalan û hevalên xwe hemû ji nava van çar diwaran derkevin. Heke ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe, wê ev şer jî bisekine. Bila zalim vî şerî bidin sekinandin. Hêviyên me û daxwaza me ew e ku Apo bê berdan û ev xwîna ku dirije bisekine û girtiyên di zindanan de bên berdan. Bila êdî bes dilê dayikan bişewite. Ez bang li gelê Kurd dikim ku dest bidin hev du û daxwaza mafên xwe û rakirina vê tecrîdê bikin. Heke tifaqa me hebe em ê karibin vê tecrîdê bişkinin. Heke tifaqa me hebe em ê neçin yek bi yek. Lê heke tifaqa me nebe em ê herin yek bi yek." 

 Ocalan biaxive şer disekine 

Têkildarî mijarê yadê Rahîme Bulduşê jî daxwaz kir ku divê li dijî tecrîdê têkoşînê were geşkirin û got, "Em îro ji bo azadiya serokê xwe û girtiyan li vir in. Em dixwazin aştî çêbibe. Heke em dest bidin hev em ê bi ser bikevin. Bila bes xwîn birêje. Heke Apo biaxive ev şer dê bisekine. Em rewşa birêz Abdullah Ocalan mereq dikin. Em dixwazin êdî agahiyekê jê bistînin û ev tecrîda girankirî bi dawî bibe." 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.