Em perçekirinê şermezar bikin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 01:32

Peymana Lozanê ku Kurdistan pê hate parçekirin wê di salvegera 98’an de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bê şermezarkirin. 

24’ê Tîrmehê di salvegera Peymana Lozanê de wê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê meşek bê lidarxistin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku meş wê bi dirûşma ”Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin” bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê bi taybetî jî yên li Swîsreyê hate kirin ku 24’ê Tîrmehê tevlî meşê bibin û hate gotin, ”Kurd ku ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e, baş zanin bê şer û koçberî tên çi wateyê. Kurd li welatê xwe, ku beriya sed salî bi ‘Peymana Lozanê’ bi çar parçeyan hate parçekirin, bi dehan carî sirgûn bûn, koçber bûn. Ji destê sîstema kapîtalîst ku serê her nebaşiyê ye û ji destê ‘netewe dewlet’ ên wê gelekî kişandin. Kurdên ku bê statu hatin hiştin û ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar man, li çar aliyên cîhanê bûn ‘penaber’. Ji vê jî wêdetir, li welatê xwe ne di asta statuya penaberiyê de ne.

Hîmê bingehîn ê înkarkirin û parçekirina gelekî bi Peymana Lozanê hate danîn.”

Kurd û dostên xwe wê 24’ê Tîrmehê saet di 15:00 de li Place de la Riponeyê çalakiya şermezarkirinê pêk bînin.

LOZAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.