Em li benda çareseriyê ne
În 2 Hezîran 2023 - 00:45
Li gorî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Aslan ji Stenbolê radigihîne, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda mutleq a li Îmraliyê, 9'ê Gulanê miracaetî Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewrûpayê kiriye.
Parêzerên Ocalan rewşa li Îmraliyê weke "Încommunicado" (agahîwernegirtina mutleq) bi nav kiriye û daye zanîn ku ji 15'ê Kanûna 2022'yan heta 30'yê Nîsana 2023'yan parêzeran 43 caran û malbatan jî 26 caran ji bo hevdîtinê miracaet kiriye, lê ev miracaet bêbersiv mane.
Parêzer radgihînin ku nameyên ji bo Ocalan û ji Ocalan jî tên astengkirin û herî dawî piştî ku cezayê disîplînê yê qedexekirina hevdîtinan ê li Ocalan hatiye birrîn, 27´ê Nîsanê bi dawî bûye, lê belê 26´ê Nîsanê cezayekî din ê qedexekirina hevdîtinan ji bo 6 mehan li Ocalan hatiye birrîn.
Parêzeran wekî din ragihand ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) bi derengxistina biryarên li ser miracaetên wan, miracaetên wan bêbandor kirine.
Buroya hiqûqî gotiye, dadweriya li Tirkiyeyê bi ferman desthilata siyasî kar dike. Parêzer serdana CPT´yê ya Îmraliyê bi bîr dixin û van daxwazan ji CPT'yê dike:
* Divê CPT tavilê rapora xwe eşkere bike.
* Demildest divê parêzer karibin hevdîtinê bikin û dawî li biryarên dadgehê yên dijî hiqûqê bê anîn.
* Divê malbat û wasî karibin hevdîtinê bikin û cezayên dîsîplînê û astengiyên li dijî hiqûqê bi dawî bibin.
* Divê serdêr karibin -mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatên xwe û xizmên xwe re bi kar bînin.
* Divê hemû astengiyên li ber name, telgraf û faks şandinê bên rakirin.
* Divê pêkanînên dijhiqûqî û fiîlî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.
* Divê şert û mercên îşkenceyê, pêkanînên dijî mirovahiyê û muameleyên xirab û awayê încommunîcadoyê ji holê bên rakirin û ji bo vê tevdîr bên girtin û tavilê xala 10/2'yan a Peymanê bê pêkanîn.
NAVENDA NÛÇEYAN