Em ji zarokan re bibin hêvî

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 2 Adar 2023 - 09:59

  • Ciwanên CoolTurê li Hamburgê ji bo alîkariya zarokên li herêma erdhejê bikin, zend û bend badane.

M.  ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê ciwan di bin banê ´CoolTur´ê de hatin cem hev û ji bo alîkariya bi zarokên di erdhejê de mexdûr, zend û bend badan.

CoolTur Hamburg, ji bo ciwan û zarokên Kurd xebatên çandê bi rê ve dibe. Wê ji roja ewilî ya erdhejê ve zend û bend vemalîne û nexasim jî ji bo alîkariya zarokan dixebite. Dawiya hefteya bihurî, wan li semta Altonayê dezgeh danî, xwarinên malê, çay, qehwe û şîrînahî firotin û wan alîkariya madî ji bo mexdûrên erdhejê berhev kir. Ciwanan bi vê çalakiya xwe 4 hezar euro dan hev û ev pere di ser Heyva Sor a Kurdistanê re gihandin mexdûran. Lê xebata wan wê dewam bike.

Semt bi semt wê bigerin

Mamosteyê govendê yê CoolTur Hamburgê, Ekrem Demir dibêje, ew vê çalakiyê dikin da ku bi zarokan bidin hîskirin ku ew ne tenê ne û ji wan re bibin hêvî. Ji ber wê hê jî ew ê vê xebata xwe ya alîkariyê dewam bikin.

Ji CoolTur Hamburgê Zîlan Balkir jî dibêje, “Em bawer dikin her qirûşa em berhev dikin jiyana zarokekê xweşik dike û hêviyê pê re çêdike. Jixwe bi vê baweriyê em alîkariyê berhev dikin.” Ew dibêje, “em ê vê xebata xwe li gelek semtên Hamburgê dewam bikin”.

Ji ciwanan Murat jî dibêje, “Di civakê de ruhekî xurt ê piştgiriyê ava bû. Mirovên em nas nakin, tên me hembêz dikin û dibêjin, em êşa we parve dikin.”

Hunermend Umut Şoreş jî dibêje dibêje, “Ez dixwazim hinekî be jî bibim hevparê hêvî û şahiya zarokan.” Wî bang li her kesî kir da ku piştevahiyê xurt bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.