Em ê tolê hilînin

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Dewleta Tirk a  dagirker di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo û Hesekê bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir.

Dewleta Tirk a  dagirker di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişlo û Hesekê bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir û di encama vê êrişê de ji fermandarên YPJ’ê û QSD’ê Jiyan (Efrîn) Tolhildan (Selwa Yûsif) a ku di heman demê de Fermandara Giştî a Hêzên YAT’ê (Yekîneyên Antî-Terorê) bû,  fermandar Roj Xabûr (Ciwana Heso) û endama Hêzên YAT`ê Barîn Botan (Ruha Beşar) şehîd kirin. QSD´ê gava her sê şehîd bi bîr anîn soz da ku tola wan hilîne. 

YPJ´ê jî wiha soza tolhildanê da: "Soza me ya tolgirtina şehîdan wê bi parastin û mezinkirina Şoreşa Rojava, têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAİŞ`ê û misogerkirina rizgariya Rojava be." 

Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Ebdî jî got, "Fermandara operasyonên hevpar a bi koalîsyona li dijî DAIŞ´ê de Jiyan Efrîn, tevî hevrêyên me Roj û Barîn ji qehremanên şerê li dijî DAIŞ´ê û misogerkirina ewlehiya mirovahiyê bûn. Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî wan ji bo derblêxistina li şerê li dijî DAIŞ´ê ye. Divê hevalbendên me bêhtir hewl bidin da ku van binpêkirinan rawestînin. Em ê tolê hilînin." 

Emerîkayî navê Tirkiyê dîsa hilneda

Fermandariya Navendî ya Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê CENTCOM?ê jî li ser êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek da, lê navê dewleta Tirk hil neda. CENTCOM´ê got, "Selwa Yûsif (Jiyan Efrîn) fermandareke cihgir adi nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) detevî du hevrêyên xwe yên şervanên jin di êrişeke nêzî Qamişloyê de 22´yî Tîrmeha 2022´yan hat kuştin. Selwa ji lîderên heyatî bû di nava QSD´ê de ku hêz di şerê li dijî DAIŞ´ê de ji şerê ji bo bibinxistina îdeolojiya xirab a DAIŞ´ê ya li Bakurrojhilatê Sûrî de sala 2017´an ve bi rê ve dibir. CENTCOM sersaxiyê ji malbatên her sê şervanên QSD´ê, milêtê Bakur û Rojhiltaê Sûrî û hevalbendên me QSD´ê re dixwaze."

Lê fermandariyê êrişkar yanî dewleta Tirk ne bi nav kir û ne jî rûreş kir. Ev jî daxuyaniya wê bi serê xwe pûç dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.