- Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê kongreya xwe ya 4’an a asayî li dar xist.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê kongreya xwe ya 4’an a asayî li dar xist.
Bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn û dirûşma "Bijî berxwedana HDP'ê" hate gotin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP'ê, her wiha endamên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên CHP, Partiya Gelecek û Partiya Demokrat beşdarî kongreyê bûn.
Hevserokên rêxistina HDP'ê ya Êlihê, Fatma Ablay û Omer Kûlpû malavahiya beşdaran kir.
Pervîn Bûldan destpêkê got, "Yên ku hewl didin HDP'ê krîmînalîze bikin, bila bala xwe bidin Êlihê. Bila bala xwe bidin vî gelî, vê salonê. Em bi we re xurt in. Hêz, îrade û biryardariya xwe ji xelkê Êlihê werdigirin." Bûldan got, "Yekane hedefa êrişan HDP ye, gelê me ye ku xurt dibe."
Bûldan got, "HDP li vî welatî hêvî ye, xwe dide ber çareserkirina pirsgirêkan hemûyan. Tenê partiyek heye ku aştî, demokrasî, azadî, maf, hiqûq û edaletê dixwaze, ew jî HDP ye."
Bûldan gotina Rêber Abdullah Ocalan a 'hefteyekê bidin min, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim' bi bîr xist û got, "6 sal derbas bûn, ji sala 2015'an û vir ve hûn tecrîdê lê ferz dikin. Hûn qanûnên xwe jî bi cih naînin. Qanûn li pêşiya hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe re ne asteng in. Bi sedemên kêfî hûn li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Ji bîr nekin, ev tecrîd sûcê li dijî mirolvahiyê ye. Em vî sûcê li dijî mirovahiyê ti carî qebûl nakin. Divê ev sûcê li dijî mirovahiyê tavilê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin û di serî de li Îmraliyê li ku derê tecrîd hebe, divê bê bidawîkirin.”
Bûldan bal bire ser minaqeşeyên li ser hilbijartinên beriya wexta xwe û got, "Em careke din dibêjin, li vî welatî êdî dem hatiye ku hilbijartineke beriya wexta xwe bê kirin. Gelên Tirkiyeyê hilbijartinê dixwazin, lê belê yên ku li ber xwe nakevin, hilbijartinê pêk naînin.
Em ji vê derê bang dikin; heger hûn bi xwe bawer in, biryara hilbijartinê bidin. Em bi her awayî amade ne. Em ji Êlihê eşkere dikin ku em ji hilbijartinê re amade ne."
Piştî axaftinan rêveberiya nû hate hilbijartin û Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû.
ÊLIH