Komele, sazî û partiyên siyasî ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke hevpar dan, aşkere kirin ku bi armanca ku Kurdî bibe zimanê perwerdê ew ê li Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên cihêreng bikin, heta ku armanca xwe bibin sêrî têkoşînê geş bikin û bang li rewşenbîr, partî û saziyan kirin ku xwedîtiyê li Kurdî bikin.

Komele, saziyên sivîl û partiyên siyasî li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê ya li navçeya Sûr a Amedê deklerasyona ji bo 15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî eşkere kirin. Li hewşê ya  ku deklerasyon lê hatî eşkerekirin  pankarta bi nivîsa “Her der Kurdî, her dem Kurdî” hat vekirin. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komeleyên çand û ziman, Meclîsa Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û gelek kes tev li deklerasyonê bûn.

Kurmanciya metna daxuyaniyê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî û ya Kirmançkî jî Hevberdevka Lijneya Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli Balsak ve hate xwendin.

Li deqa deklerasyonê hate bibîrxistin ku ji 2016’an û wir ve 15’ê Gulanê bi rengê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ ji alî Kurdan ve bi coş û kelecaniyê tê pîrozkirin li ser sedema ku çima 15’ê Gulanê hatiye hilbijartin hate gotin,’’15 ê Gulana 1932 yan rewşenbîrê Kurd Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê dest bi weşana kovara Hawarê kirine. Ev roj gavekî dîrokî ye û ji bo Kurdan cihekî xwe yê girîng heye ku yekem car kovareke bi Kurdî û bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê Kurdî zelal kiriye.’’ 

Tecrîd û êrîşa ser zimên yek e

Bi berdewamî gotina Rêber Ocalan,’’ “Ziman laş e, çand laş e, li bedena xwe xwedî derkevin hate bibîrxistin û hate gotin” û hate gotin,’’Em dibînin ku êrîşên li ser zimanê Kurdî û tecrida li ser birêz Ocalan pêkanînên ji hev ne cuda û encamên heman polîtîkayên înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî ne. ‘’

Divê Kurdî zimanê perwerdê be 

Li deqa deklrasyonê giringiya Cejna Zimanê Kurdî hate destnîşankirin û hate gotin,’’Cejna Zimanê Kurdî, wê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî,  pêwist e zimanê Kurdî bibe ziwanê fermî û perwerdehîyê. Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê, ji bo zarokên hemû gel û neteweyan mafekî herî xwezayî, bingehîn û gerdûnî ye. Bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji vî mafê bingehîn û gerdûnî bêpar in. Ji ber ku dewleta tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî.

Heta azadiyê têkoşîn 

Her wiha naskirina heq û hiqûqê Kurdan hate bibîrxistin û hate gotin,’’Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan werin mîsogerkirin, wê gelê Kurd li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de bi israr be. Gelê Kurd, wê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi stratejiya parastina hebûna xwe,  siyaseta xwe bi zimanê xwe bimeşîne û feraseta qirker pûç bike. Gelê me, dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de têkoşîna xwe xurtir bike, bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse.’’

Em ê xebatan bi Kurdî bikin

Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek jixwe dest pê bikin û zimanê xwe  di xebatên  xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bikar bînin, yekîtî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin. Li hemberî feraseta polîtîkayên bişaftinê helwesta em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bikin hêmanê jiyana xwe yê jêneger.’’

Çalakiyên cihêreng bêne kirin 

Her wiha hate gotin bi dirûşma,’’Her dem Kurdî, her der Kurdî’’, ji bo ku Kurdî bibe zimanê perwerde wê çalakiyên cihêreng werin kirin, ji bo vê armancê ew ê têkoşînê geştir bikin û ji 11’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bernameyan li dar bixin.

Bi berdewamî bang li jin, ciwan, rewşenbîr, partî, saziyan hate kirin ku têkoşîna zimanê Kurdî geş bikin. 

Komele, sazî û partiyên siyasî ku ev deklerasyone amade kirine: 

Kovara Destarê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya  Anka ya Çand û Ziman, Komeleya Arî ya Zimanê Kurdî, Komeleya Arsîsa ya Zimanê Kurdî, Komeleya  Birca Belek a Çand û Ziman,Komeleya Botan a Zimanê Kurdî, Komeleya Ferat a Zimanê Kurdî             

Med–Der, Komeleya Wêjekarên Kurd, DBP, DEM Partî, TJA, Platforma Ked û Demokrasiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN