Em ê gel û axa xwe biparêzin!

În 13 Îlon 2024 - 00:57

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Tebaxê îsal heya niha ve 12’an caran hewl dan gundên kantona Minbicê dagir bikin. 

Çeteyên artêşa Tirk di Tebaxê de 7 caran êrişên dagirkirinê li ser gundewarê Minbicê  pêk anîn. Şervanên Meclisa Leşkerî êriş têk birin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn.

Çeteyan roja Çarşemê hewl dan gundê Um Cilûd ê bakurê rojavayê kantona Minbicê dagir bikin û êriş kirin. Şervanên meclisê bersiva êrişê dan di encamê de 7 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Şervanên meclisê bi moraleke bilind li hember êrişan li ber xwe didin û destnîşan dikin ku ew li hember tevahî êrişan amade ne. Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Reed El Necim ku li aniya bakurê kantona Minbicê cih digire, got:"Em axa xwe ji kesekî re nahêlin û heta dawiyê dê li ber xwe didin. Me soz da gelê xwe ku ax, rûmet û ewlehiya herêmên xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin." Şervanê bi navê Fewzî El Begarî jî got:"Xema me ya yekemîn parastina xelkê me û axa me ye. Em li vir li eniyên şer, amade ne her êrişekê li dijî bendên me têk bibin. Em morala xwe ji şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Dema gel piştgiriya me dike morala me heta asîmanan bilind dibe. Hevgirtina gel a bi hêzên leşkerî re benda asê li pêşiya hewldanên dagirkeran e ku dixwazin herêmên me dagir bikin."

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.