Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk pêr li Lozanê ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ meş hatibû destpêkirin. 98 sal berê li Lozanê Kurdistan kirin çar parçe û Kurdistanî bi vê çalakiyê dixwazin bibêjin, ew ê îro careke din rê nedin parçebûna Kurdistanê. Roja pêşîn a meşê li bajarê Morgesê bi dawî bû û doh jî çalakgeran li Glandê çalakiya bi dawî kirin. Êvarê xebatkarên TEV-ÇANDʼê hunerên xwe pêşkêş kirin. Îro jî roja dawî ya çalakiyê ye. Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê (Defend Kurdistan) pêşengiya çalakiyê dike.

Di beşê doh ê çalakiyê de li ser navê Defend Kurdistanê siyasetvan Serhat Agirî axivî û anî ziman ku wê qebûl nekin îro peymana Lozanê ya pê Kurdistan kirine çar parçe ji nû ve bi awayekî din were pêkanîn û ew ê li dijî qirkirina gelê Kurd heta dawiyê li ber xwe bidin. Agirî got: “Em ê konsepta qirkirinê ya ji bo 40 mîlyon Kurdî qebûl nekin. Em ê xwedî li ziman, çand, nasname û axa xwe xwedî derkevin. Em ê destûr nedin ku sed salekî din Lozan li ser Kurdan were pêkanîn.”

Çalakgeran doh êvarê xwe gihandin bajarê Glandê û îro wê çalakî bi dawî bibe. Doh êvarê Tev-Çandê konser da û hinek panel hatin dayîn.

LOZAN