Em ê Dêrsimê ji wan re nehêlin!
Şemî 30 Mijdar 2024 - 02:35
Dêrsimiyên ku bi şev û roj li dijî desteserkirina îradeyê çalakiyan li dar dixin, tayinkirina qeyûm nirxandin. Abdulhelîm Kerîm diyar kir ku qeyûm kelemçekirina îradeya gel e û got:’’Her car vê yekê li Dêrsimê dikin. Li Rojavayê nakin, li Dêrsimê dikin. Xwepêşandana li dijî neheqiyê mafê me yê herî xwezayî ye. Divê gel serokê ku hilbijartiye biparêze."
Ji bajarokê Perî Yusuf Polat ku got "Qeyûm projeya îmhayê ye" destnîşan kir ku sîstem li bajêr her cure polîtîkayên îmhayê dimeşîne. Polat diyar kir ku projeyên koçberî û berfirehkirina qadên madenê parçeyek ji vê polîtîkayê ne û got:“Wekî berê hewl didin dengê me jî qut bikin. Dêrsim bajarê herî berxwedêr ê Kurdistanê ye. Dixwazin bi binçavkirin û girtinan sazûmaniya rêxistinkirî ji holê rakin. Bi tevahî pêwîst e ku li dijî qeyûman hevkariyek hebe. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka nasname û erdnîgariyê ye."
Dêrsim vîna me ye!
Alîcan Gunduz anî ziman ku îradeya gel hatiye desteserkirin û got:“Madem wê qeyûm bên tayînkirin, çima destûr tê dayîn ku bên hilbijartin? Ev sûc e. Dêrsim vîna me ye, em têbikoşin û vîna xwe biparêzin. Gel daxwaza îradeya xwe dike, lê tê binçavkirin. Beriya her tiştî ev sûcê li hemberî gel e. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û paşve gav navêjin." Fatma Yilmazê jî ev tişt gotin:“Rewşa gelê Dêrsimê diyar e, li vir ne kargeh û ne jî derfetên kar hene. Em ketina etra birçîbûnê, ew jî ketine etra tayinkirina qeyûman."
Mehmet Tûran diyar kir ku ew dixwazin li welatekî azad ku demokrasî lê serwer e bijîn û got:“Tu kes nikare rê li ber vîna gel bigire. Bi binçavkirin, girtin û gefan nikarin xwe bigihînin tu derê. Li ku derê demokrasî tune be, li wir tu tişt tune ye."
Firdevs Çelîkê diyar kir ku mafê wan ê dengdayîn û hilbijartinê ji dest hatiye girtin û got:“Wê demê bila hilbijartin çênebin. Çima em hilbijêrin? Me Cevdet Konak hilbijart, ger em wî ji peywirê negirin, hûn nikarin bigirin."
Ewilî jinan dikin hedef
Şukran Yilmaz Koçê anî ziman ku dewlet Destûra Bingehîn binpê dike û got:“Qeyûm sîstemeke li dijî jinê ye. Ji ber vê yekê êrişên wan ên ewil jin û saziyên çandê ne. Dêrsim ew cih e ku bi taybetî dewlet dixwaze bi ser bikeve. Peyama ku hat dayîn; Wateya 'Hûn min bi fermî qebûl nekin jî ez ê we bi rêyên nerewa ji peywirê bigirim.' Lê baş dizane ku tu carî bi ser nakeve. Pratîka wan zêdetir li ser windakirinê ye.“Dêrsim a me ye, wê ya me bimîne." Seyralî Bûlût jî diyar kir ku gelê Dêrsimê gelekî berxwedêr e û got divê her kes li dijî vê neheqiyê rabe.
MA/ŞÎRVAN ŞÎLAN ÇÎL-HEVAL ONKOL