Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Tirkiyeyê dewam dikin. Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên Girtîgehan tehliyekirina girtiyan betal dike û her roj li binpêkirinên weke tecrîd, xwegihandina xizmeta tenduristiyê, êşkence, mûameleya xirab û lêgerîna tazî zêde dibin. Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) Dîlek Sonmez Demir, binpêkirinên li girtîgehan nirxandin.
Demir, bal bire ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û got, tecrîda heyî belavî tevahiya girtîgehan bûye. Demir, got “êşkenceyeke sîstematîk” heye û wiha peyivî: “Girtî nikarin bi malbaten xwe re hevdîtinê bikin. Hevdîtinê bikin jî em dizanin mafên wan ên hevdîtinê tê bisînorkirin. Aktîvîteyên wan ên civakî bi her awayî tên astengkirin.”
Tehliyekirina 60 girtiyan betal kirin
Demir, da zanîn ku li Girtîgehên Marmarayê ji 300’î zêdetir girtiyên nexweş hene û tevî raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî gelek ji wan nayên berdan. Demir got, piştî hilbijartinan zextên li girtîgehan zêde bûne û da zanîn ku tenê li girtîgehên li Herêma Marmarayê tehliyekirina qederê 60 girtiyan hatiye betalkirin.
Werin em destê xwe bidin hev
Dîlek Sonmez Demirê got, di bingehê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de tecrîda li Îmraliyê heye û wiha peyivî, “Tecrîda li girtîgehan, li ser civakê jî tê pêkanîn. Divê em di nava piştevaniyê de bin. Heke em di nav piştevaniyê de bin em ê bikarin hem tecrîda li girtîgehan bişikînin hem jî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan em dikarin ji holê rakin.”
MA/STENBOL