• Hasan Mesût Çelebî ku di sala 1992’an de bi birîndarî dîl kete destê dewleta Tirk a dagirker, piştî 31 salan ji girtîgehê derket û wiha got:’’Ji me re westandin tine ye. Em deyndarê gelê xwe ne û em ê berdewam bin deynê xwe bidin.’’

WELAT EKÎN / MA / AMED

Hasan Mesût Çelebî di sala 1969'an de li gundê Koseliyê yê bi ser navçeya Bismil a Amedê hatiye dinê û dibistana seretayî, navîn û amadehî li Bismilê xwend. Çelebî ji bo xwendinê kete beşa Îktîsatê ya Zanîngeha Eskîşehîrê û di salên destpêkê de di xebatên ciwanên welatparêz û şoreşgerên kurd de cih girt. Di sala 1989'an de jî tev li PKK'ê dibe. Çelebî, di sala 1992'yan de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi birîndarî dîl tê girtin. 

Bi kelecana hevalan ez baş bûm

Çelebî qala zexta dewletê û têkoşîna li pişt dîwarên girtîgehê kir û wiha got:"Em nedihatin dermankirin, bi saya hevalên xwe yên hundir em hatin dermankirin. Me rojekê jî bijîşkên girtîgehê nedîtin. Ji ber ku salên 90'î bûn û şer belavî her derekê bûbû. Li gel vê yekê li her qadekê zext û zilm jî zêde bû. Zindan jî ji vê pêvajoyê para xwe girtibûn. Ji ber em di nav hevalên xwe yên têkoşînê de bûn kelecaneke mezin li me peyda bû. Tevî ku bandora fîzîkî, derûnî ya girtîgehê li ser me bû, dema ku me hevalên xwe, nêzîkatî, coş û kelêcana wan dît, heman kelêcan derbasî me jî bû. Bi vê yekê re her awayî dermankirina min pêk hat."

Em tim bi coş û moral bûn

Di dewamê de Çelebî diyar kir ku li gorî wan pêvajoya herî giran û zehmet derbas bûye, dema ku Rêber Abdullah Ocalan di encama kompleyeke navneteweyî hatiye girtin bû û wiha qala wê pêvajoyê kir:"Hevalên me bi çalakiyên 'Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin' rê nîşanî me dan. Bi rastî jî me ew derûniya neçarbûnê pir zû li ser xwe avêt. Ew bû destpêka kelecaneke nû. Li gel paradîgmaya nû, pêvajoya nû jî dest pê kir. Em jê re çiqas bûn bersiv ew mijareke din e, lê belê tu di zindanê de jî bî tu dikarî hin tiştan bikî. Heke ku Rêbertî ji bo tevahiya cîhanê bi afirandina paradîgmayeke nû pêşî li pirsgirêkan girtibe, qet nebe em jî di qadên xwe de dikarin jê re bibin bersiv. Qet nebe em dikarin xwe perwerde bikin û rêxistin bikin. Me xwe rojekê jî wek xembar nîşan neda. Em tim bi coş û moral bûn. Ev coş ne bi tenê bi kena rû, bi nûnertiya têkoşîn û rêhevaltiyê, bi xwedîderketina rêhevaltiyê pêk hat. Bi vî awayî 31 sal wekî 31 rojan derbas bûn."

Ji me re westandin tine ye 

Çelebî desnîşan kir ku derbaskirina 30 salan a girtîgehê de ne hêsan e û got ku wan bi moral û fikra rêxistinî ev pêvajo derbas kiriye. Çelebî bilêv kir ku li gel tecrîda fîzîkî ya li ser wan hat meşandin jî ew azad bûn û ev yek hem li hundir hem li derve bi saya meşandina têkoşînê pêkan bûye û got;’’Di têkoşîna demokratîk a şoreşê de ji tu kesê re westandin tune ye. Em îro çawa 31 salan bi saya têkoşîna gelê xwe li ser pêya mabin, em ê deynê gelê xwe jî bidin. Ji ber ku em bûn deyndarê gelê xwe. Miletek me yê qehreman heye. Saziyên me yên demokratîk hene. Di vê hêlê de lewaziyek diqewime. Ez pê bawer im ku ev lewazî wê di demeke kurt de ji holê rabe û ew heval jî wê di têkoşîna demokrasiyê de bi awayeke xurt cihê xwe bigirin."