• Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê yê Dêrsimê Yûsûf Topçû, bertek nîşanî derxistina Avzêmên Mûnzûrê ya ji Qada Sîtê ya dereceya 1’emîn da û anî ziman ku Avzêmên Mûnzûrê di bin gefa şîrketên madenê de ye. 

Avzêmên Mûnzûrê ku ji bo elewiyan pîroz tên hesibandin û cihê îbadetê ne, di sala 2003’yan de weke “Qada Sît a Xwezayî ya Dereceya 1’emîn” hate tescîlkirin. Newala Pulumur û Mûnzûrê ku Avzêmên Mûnzûrê jî di nav de ne bi biryara Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 28’ê tîrmeha 2023’yan de weke “Qada Parastina Xwezayî ya Bikalîte-Sît a Xwezayî” û “Qada Bikaranîna Bikontrol û Parastinê ya Domdar- Sît a Xwezayî” hatin tescîlkirin. Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Dêrsimê li dijî veguherandina Avzêmên Mûnzûrê ya ji qada Sît a 1’emîn, Qada Sît a 2’yemîn a ji aliyê betalkirina biryara Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve li Dadgeha Îdare ya Erzînganê doz hate vekirin. Di dozê de hate xwestin ku beşa têkildarî Avzêmên Mûnzûrê bê rawestandin û betalkirin. Ji aliyê tîmeke zanîstî ya ji 4 kesan pêk tê dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif were kirin. 

Ji rantê re vedikin 

Endamê Lijneya Kordînasyona Bajêr a TMOOB’ê ya Dêrsimê (ÎKK) Ûgûr Beycan, diyar kir ku Avzêm û Newala Mûnzûrê ji aliyê Parastina Xwezayê ya Erziromê ve weke qada sît a dereceya yekemîn hate îlankirin û got: “Bi biryarnameya sala par di meha tîrmehê de hate weşandin re Robara Pulumurê statuya ‘Çem’ qezenc kir. Ji wî alî ve rewşeke erênî ye. Avzêmên Mûnzûrê ku qada sît a dereceya yekemîn in qada hesas a divê teqez were parastin e wergirtin qada parastina bikalîte. Dema em li vê dinêrin 65 kîlometreyên çep û rastê Çemê Mûnzûrê ne di statuya parastinê de ye. Masîvaniya herêmî dikare were kirin. Şantiyeyên şikandinê yên weke 2a-2b, kevir û xîz dikare bê avakirin. Xebatên keşfê yên madenan, santrala enerjiya tavê dikare bê avakirin û ji tûrîzmê re were vekirin. Biryarnameyeke ku her cure zexta rantê veke ye.”

Kanên Mûnzûrê navenda baweriyê ne 

Beycan, diyar kir ku TMMOB’ê têkildarî beşa Avzêmên Mûnzûrê doz vekiriye û wiha domand: “Ji qada ku divê teqez were parastin veguherandin ‘statuya bikalîte’. Ev li dijî biryara Lijneya Parastina Xwezayê ye. Asta ku hevsengiya ekolojîk xera bike û navenda baweriyê ya gelê Dêrsimê heye. Em dizanin ku li ser Newal û Çemê Mûnzûrê gelek navendên baweriyê hene. Ji bo pêşî li polîtîkayên rantxur ên di dema pêş de hatine plankirin bê girtin û navendên baweriyê neyên hincirîn û Mûnzûr aydê gelê Dêrsimê û xwezayê ye, me doz vekir.”

Dê keşfê bikin 

Beycan, bi bîr xist ku dê bi kesên pispor li herêmê keşif bê kirin û ev tişt got: “TMMOB’ê doz vekir lê xwediyê dozê gelê Dêrsimê ye. 2-3 hefteye ji hêzên ked û demokrasiyê ya heta gelê me em bang li gel dikin. Pêvajoya hiqûqî girîng e lê ji bo civakîbûn, parastina Newala Mûnzûrê, parastina herêmê û jiyana ekolojîk em ê têkoşînê bimeşînin.”

Em êrîşê qebûl nakin

Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê Yûsûf Topçû, destnîşan kir ku Avzêmên Mûnzûrê ji bo gelan ji berê ve cihên dîrokî ne. Topçû, bi lêv kir ku armanca bingehîn a daxistina dereceya Qada Sîtê ew e ku rê li ber şîrketan were vekirin û wiha got: “Em êrişa li ser ziyareta ku li vir cihê herî pîroz e qebûl nakin. Armanca sereke ya vê yekê ew e ku rê li ber şîrketên madenê were vekirin. Em nizanin Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê çi difikire lê em dizanin ku li gelemperiyê Dêrsimê bi ser 250’yan de madenên şîrketê rûhset girtine. Em dizanin ku wan biryar daye ku li gelek deverên wekî Karataş û Hanûşagi yên ku tenê li jora Avzêmên Mûnzûrê ne kanên zêran hatine tespîtkirin û ruhset hatine dayîn. Ev der dê bên talankirin. Bi daxistina statüye şîrketên madenan dê çem û bedewiyên xwezayî yên vê derê qirêj bikin. Em ê teqez destûrê nedin vê yekê.”  MUJDAT CAN / MA / DÊRSIM