BASIL REŞÎD / ANHA / HESEKÊ

Qutkirina avê, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, sûcek li dijî mirovahiyê ye. Bikaranîna wê weke çekekê ya di şeran de qedexe ye. NY 10’ê Tîrmeha 2010’an di civîna xwe de biryar da ku ji mafê kesan e ku avê bi dest bixin.Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriye, ava stasyona Elokê bi dehan caran qut kiriye. Wê weke çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tîne. Di encama vê siyasetê de zêdetirî milyonek kes bê av dimînin.

Bi tenê 60 sahrîc hene

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê li gorî derfetên li ber destê wê, hewl dide ava vexwarinê ji şêniyên bajêr re peyda bike. Lê van hewldanên wê pirsgirêkê bi temamî çareser nake, ji ber ku sahrîcên avê li bajêr kêm in ku tenê 60 e û nikarin pêdiviyên xelkê bajêr peyda  bikin. Gerînendetiyê, 3’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava stasyona Elokê re, bajarê Hesekê kir herêmeke ku felaket lê heye.

Rewş xerabtir dibe

Xelkê Hesekê neçarin ku ava vexwarinê bi 12 hezar heta 15 hezar lîre ji sahrîcan bikirin. Ev jî barên wan ên malî girantir dike. Xelkê diyar kir ku ji ber qutkirina ava stasyona Elokê, êşên wan zêde bûne.

Meha Newaf Derwîş a ji taxa Kelase got:“Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, em neçarin avê ji sahrîcan bikirin. Tevî zehmetiyên kişandina avê bi rêya galonan, kirrîna wê biha ye. Her 5 bermîl av bi 15 hezar lîre ye. Li gel germbûnê, ev miqdar têra sê rojan nake. Roj bi roj êşên me zêde dibin. Rewş xerabtir dibe. Divê civata navneteweyî bi lez destwerdanê bike û pirsgirêka avê çareser bike. Zextê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku stasyonê bixebitînin.’’

Bi ava şor serê zarokan dişon

Kewser Ebdurehman jî da zanîn ku bi ava şor serê zarokên xwe dişûn ji ber ku nikarin ava vexwarinê ji sahrîcan bikirin û got; “Ji bo avê vexwin, em xerca xwarinê kêm dikin.”

Îsa Beşar jî got rewşa wan gelek zehmet e ji ber ku avê qut e. Beşar bang li NY`yê û aliyên têkildarî kir ku pirsgirêka avê çareser bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku sûcên xwe rawestîne.