Elmanyayê bi alarma gazê hişyar kir

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:18

  • Hikûmeta Elman a federal, ji ber ji sedî 60 kêmkirina wergirtina gazê ji Rûsyayê, di çarçoveya plana rewşa lezgîn de 'asta alarmê' çalak kir. 

Hikûmeta Elman a federal, ji ber ji sedî 60 kêmkirina wergirtina gazê ji Rûsyayê, di çarçoveya plana rewşa lezgîn de 'asta alarmê' çalak kir. 

Elmanyayê gaza ku ji xeta lûleyên gazê ya Herka Bakur ji Moskovê werdigire ji sedî 60 kêm kiribû. Elmanyayê niha plana rewşa lezgîn di 'asta hişyarkirinê' de çalak kir.

Wezîrê Aboriyê Robert Habeck got, "Em di nava krîzeke gazê de ne. Gaz êdî çavkaniyeke kêm e."

Habeck civîna çapemeniyê li dar xist û got, hikûmet di vê çarçoveyê de li hemberî buhayê bilind wê karibe piştgiriyê bide aktorên bazarê. Ev alîkarî wê bi çi rengî be, gaz xwezayê wê ji kîjan çavkaniyên alternatîf bê kirrîn, wê bibin mijar û pirsên sereke yên siyaseta Elman van rojên li pêşiya me. 

Hin rêveberiyên enerjiyên yên bajaran ji welatiyên xwe dixwazin ku elektrîkê û xerckirina enerjiyê kîm bikin da ku ji bo rewşeke xirabtir amade bin. Lê kes nizane vê havîna ku sobe û kalorîfer vemirandîne, wê çawa hê hindiktir enerjî bê xerckirin.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.