• Bi rasthatina salvegera 27'an a qedexekirina PKK'ê Civaka Azad rêzeçalakiyên online organîze dike.

26´ê Mijdarê wê qedexeya PKK´ê li Elmanyayê 27 salan li dûv xwe bihêle. Ev qedexeya nehiqûqî bi biryara siyasî hatiye dayîn. Wezîrê karê hundir ê hingê yê Elmanyayê Manfred Kanther, sala 1993´yan PKK qedexe kir û pê re jî pêvajoya krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê kete qonaxeke nû. Êdî mirov dikare behsa siyaseteke zextê û krîmînalîzekirnê ya sîstematîk li dijî civaka Kurd a li Elmanyayê bike. Li ti devera din a dinyayê, Kurdên dîasporayê bi qasî ku li Elmanyayê dikevin ber zextên sîstematîk ên dewletê, nakevin ber van zextan.
Ev qedexeya PKK´ê, hem maf û azadiyên civaka Kurd li Elmanyayê gelekî asteng dike û di heman demê de li ber çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurd bi giştî jî asteng e.
Komeleya Civaka Azad e.V. a ku karê agahdarkirina civaka Elman derbarê Kurdan de dike, dibêje, "Ev hemû têra xwe sedem in ku em berfirehtir bi sedem û encamên qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê dakevin. Bi rêzeçalakiyên xwe online em dixwazin bi dîroka qedexekirinê, encamên wê yên hiqûqî ji bo çalakgerên Kurd li Elmanyayê û bi perspektîvên têkoşîna li dijî qedexeyê dakevin."
Ev çalakiyên hanê hemû wê li ser kanala youtube ya Civaka Azad zindî bên weşandin û lînkên wan jî wê beriya çalakiyê di ser kanalê re û di ser malpera Civaka Azad ve wê bên eşkerekirin.

Rêzeçalakiyên li dijî qedexeya PKK´ê

12´ê Mijdarê saet 19:00´an: Hilberîna Elman û Tirk: Qedexeya PKK´ê û dîroka wê;
Siyasetvana Kurd û hevseroka berê ya KNK´ê Nîlufer Koç wê bi Elmanî behsa xwe pêşkêş bike.
19´ê Mijdarê saet 19:00´an: Ji "Qefesa Kurdan" ber bi 129b´yê ve - Taqîba hiqûqî ya tevgera Kurd li Elmanyayê;
Parêzer Edith Lunnebach a ji Kolnê, û parêzer û endamê Rêveberiya Komeleya Parêzerên Komarxwaz (RAV) Dr. Peer Stolle, û siyasetvanê Kurd Mehmet Demir wê behsên xwe bi Elmanî pêşkêş bikin.
26´ê Mijdarê saet 19:00´an: Li dijî qedexeya PKK´ê em çi bikin?
Parêzer û rêveberê RAV´ê Lukas Theune, serokê SSW´yê li parlamena eyaleta Schleswig-Holsteinê Lars Harms û ji Fona Alîkariya Hiqûqî Azadiyê jî Monika Morres wê behsên xwe bi Elmanî pêşkêş bikin.

BERLÎN