• Dewleta Elman 24´ê Adarê siyasetvan û çalakgerên Tamîlî girtibûn û ew biribûn hepsa Burenê.

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, biryara Elmanyayê ya dersînorkirina 32 Tamîliyan, hat protestokirin. Çalakî li Termînala C ya Balefirgeha Dusseldorfê pêr êvarê bi rê ve çû. Di nava çalakgeran de Tamîlî, Kurd û Elman hebûn.

Di çalakiyê de li ser navê Tamiliyan û rêxistinên antîfaşîst ên Elman axaftin hatin kirin. Nûnerê Tamîlan got, li Elmanyayê qederê 80-100 Tamîliyî li Elmanyayê hatine girtin û got, “Dibe ku hejmar bêhtir jî be.” Nûnerê Tamîliyan got, çalakiyên wan wê temamê hefteyê dewam bikin, ji ber ku kesên wê bên dersînorkirin wê bikevin ber êşkenceyê. 

Dewleta Elman 24´ê Adarê siyasetvan û çalakgerên Tamîlî girtibûn û ew biribûn hepsa Burenê. Niha bi sedan polês li balefirgeha Dusseldorfê wan radigirin, ji bo ku wan dersînorî Srî Lankayê bikin. 

DUSSELDORF