Elmanya mihê dixe devê gur 

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 10 Tîrmeh 2021 - 05:05

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Elmanyayê miracaeta Cibraîl Salman a ji bo penaberiyê red kir. Biryara dadgeha Elman ji Cibraîl Salman re got, "Li Tirkiyeyê bi destê Erdogan rewşeke bi îstîqrar heye." Dewleta Tirk bi xwe 19 sal û 4 meh cezayê hepsê li Cibraîl Salman birriye û ew niha ditirse ku Elmanya wî dersînor bike. 

Ji ber beşdariya bibîranîna 33 ciwanên di komkujiya Pirsûsê de hatibûn qetilkirin, Cibraîl Salman hatibû girtin. Ew 2 salan di hepsa Antalaya ya Tîpa L hat ragirtin û paşê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştre wî berê xwe da Elmanyayê û doza penaberiyê kir. Di wê navê de jî 19 sal û 4 meh cezayê hepsê li Tirkiyeyê lê hat birrîn. Daîreya Koçber û Penaberan a Elman bi îdîaya "Tu dikarî li Tirkiyeyê bi awayekî bi îstîqrar bijî" miracaeta penaberiyê red kir.

Elmanya wê berpirsiyar be

Salman ji sê salan ve li Elmanyayê penaber e. Dadgehê 1´ê Tîrmehê biryara redê dayê. Di biryarê de Cibraîl Salman wekî xebatkarekî çalak ê PKK´ê hatiye binavkirin û îdîayên dozgeriya Tirk ên di doza li dijî wî ya li Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê jî ji ber hatine girtin. Cibraîl Salman weke tehlûkeyeke ji bo Elmanyayê jî hatiye binavkirin.

Salman dibêje, "Heger min dersînorî Tirkiyeyê bikin, bi ti awayî wê ewlekariya canê min nebe. Çiyî xirab bê sere min, dewleta Elman wê berpirsiyar be. Dibe ku min bigirin û teslîmî dewleta Tirk bikin. Parêzerê min jî dibêjin ev bêhiqûqiyeke nedîtiye û ew ê îtîrazên lazim bikin."

Berê jî êşkence lê hatiye kirin

Cibraîl Salman ê ji Mêrdînê yê 25 salî, di nava xebatên çandê yên Ciwanên Leyla Şaylemez a li Mêrsînê de û di nava xebatên ciwanên HDP’ê de cihê xwe digirt. Di Hepsa Antalyayê de gardiyanan êşkence lê kiribû. Hingê dayika wî Fatma Salman li avahiya ÎHD´ê ya Mersînê daxuyanî dabû. Wê gotibû, kurê wê bi telefonê jê re gotiye, gardiyanan wiha gef li girtiyan xwariye: "Me çawa hûn hemû li zindanên Amedê kuûtin, li vir jî em ê we hemûyan bikujin. Em ê cenazeyên we ji dayikên we re bişînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.