• Dewleta Elman axir navê Kurdan hilda !

Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Federal a Elman, Mîchael Roth li ser teslîmgirtina jin û zarokên DAIŞ'î ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahî da û got, "Me bi alîkariya rêveberiya Kurd, DAIŞ'î anîn." Hem rayedarên hikûmeta federal rola Rêveberiya Xweser Kanûna bihurî îfade nekiribûn û hem jî teslîmkirina DAIŞ'iyan di çapeneniya Elman de weke "Operasyona veşartî ya rizgarkirina" DAIŞ'iyan hatibû ragihandin.

Anîna çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan ên welatên Elman ji bo Elmanyayê, yekemcar di rojên dawî yên meha Kanûna 2020'î de ketibû rojeva Elmanyayê. Piştî ku heyeta ji rayedarên Elman û Fînlandiyayê li bajarê Qamişloyê bi Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk re protokolek îmze kir, DAIŞ'î teslîm girtibûn.

Di çarçoveya protokolê de, ji kampên Roj û Holê 3 jin û 12 zarok radestî Elmanyayê, 2 jin û 6 zarok radestî Fînlandiyayê hatin kirin. Tevî ku protokol hate îmzekirin jî Wezîrê Karên Derve Heiko Maas û rayedarên din ên Elman, navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lêv nedikirin.

Li ser pêşniyazpirsa ji hikûmeta federal a Gokay  Akbulut a ji Partiya Çep, Wezîrê Elman ê ji Karên Ewrûpayê Berpirsyar, Michael Roth doh nivîskî bersiv da. Di bersiva kurt de Roth diyar kir ku di anîna welatiyên Elman de gelek aktor bi rola xwe rabûne û ev agahî dan: "Bi rêveberiya Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di vê mijarê de zêdeyî mehekê me danûstandin kir."
Wezîr Roth anî ziman ku dema bê jî ew plan dikin gelek zarokan bînin. Wezîr Roth wekî din îdîa kir ku daxwaza wan a anîna hin jinên DAIŞ'î hatieye redkirin, ji ber ku lêpirsîna wan dewam dike.

BERLÎN