Elmanya kontrola ser sînor dişidîne

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 11 Îlon 2024 - 00:55

Geşbûna partiya faşîst a Elman AfD’ê re polîtîkaya li ser penaberan tundtir dibe. Wezîra Karê Navxwe ya Elman Nanct Faeser bi daxuyaniyekê aşkere kir ku derheqê penaberan ew ê helwesta tund bidomînin. Faeser got,’’Em li dijî koçberiya derqanûnî helwesta xwe ya tund didomînin.'’

Kontrola ser sînoran wê bi hevkariya Fransa, Luksemburg, Hollanda, Belçîkayê û Danîmarkayê 6 mehan bidome. Ev ê bi hevahengiya kontrolên li ser sînorên Polonya, Komara Çekê, Awûstûrya û Swîsreyê pêk bê.

Xasma jî piştî êrîşa li Solîngenê ku DAIŞ’ê li xwe girtibû, hikûmeta Elman daxuyaniyeke wiha hate dayin.

Her wiha heftiya bihurî jî li Munchenê li dijî konsolosiya Israîlê êrîşek pêk hatibû ji alî ciwanekî 18 salî ve.

Muxalefeta Mûfazakar CDU ev çend roj in bang li hikûmetê dike û dibêje ku koçber bêyî serlêdana îltîcayê bikin bila bên vegerandin, welatê Yêkitiya Ewrupayê û ji vê pêk anînê sûd bê girtin.

Hikûmeta Berlînê daxuyand ku “li gorî hûqûqa Ewropa” çareseriyêk zagonî digerîn.

Li gel vê, hikûmet dixwaze dersînorkirina kesên hikûmxwar jî lez bike. Ji meha Tebaxê û vir ve hikûmet piştî Talîban hat desthilatê 28 Efganê ku ji cezayên cuda hikûmxwarinê dersînor kiriye. Salek beriya vê jî ji ber zêdebûna serlêdanan kontrolên sînor zêde kiribû.

Serokê hikûmetê bi partiya Kesk û Lîberalan ve hat avakirin Olof Scholz daxuyaniya ku Duşemê dabû de helwesta Şansolyê Merkel a hembêzkar bi bîr anî û got, “bi rêvebirina koçberiyê re guhertina 20 salên dawî pêk anî.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.