Êlihê şehîdê xwe hewand

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:24

  • Dewleta Tirk, siyasetvanê Kurd Mehmet Candemîr li Hepsa Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê qetil kiribû. Cenazeyê şehîdî li Êlihê bi merasîmekê hate veşartin.

Dewleta Tirk, siyasetvanê Kurd Mehmet Candemîr li Hepsa Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê qetil kiribû. Cenazeyê şehîdî li Êlihê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê endamê berê yê Meclîsa Partiyê yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mehmet Candemîr ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê hatibû qetilkirin, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin.

Malbata wî cenazeyê Candemîr wergirt û bi konvoyê ji Amedê bir Êlihê. Li Girêsîrayê leşkerên dewleta Tirk a dagirker karwanê maşînan da sekinandin û piştî nerazîbûna gel, leşker neçar man rê vekin.

Cenazeyê Candemîr bi sloganên ‘Şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin. Malbata Candemîr, TJA, Hevserokê Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ku peywira wan hatibû desteserkirin û qeyûm şûna wan dagir kiribû, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TÛAY-DER, nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî û gelek kes tevlî merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedena zindanan’ hatin gotin. Piştî vecîbeyên olî, cenaze bi sloganan hate veşartin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got, bi hezaran kes bi hiqûqa dijmin di hepsan de tên ragirtin:

“Hevalê me Mehmet li girtîgehê şehîd bû. Wî ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da. Ji ber feraseta qirker a AKP’ê hevalê me Mehmet li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em ê li ser rêya heval Mehmet têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna wî bigihînin serfiraziyê. Ji ber vê, em ê her dem di nav têkoşînê de bin.”

Ji bo Candemîr, li Mala Şînê ya Taxa 19 Mayisê serdanên sersaxiyê wê bên qebûlkirin.

ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.